Li Bremenê Newroz hat pîrozkirin
Li Bremenê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin.
Li Bremenê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin.
Li eywana dawetê ya Starya ya li bajarê Bremen ê Elmanyayê Newroz hat pîrozkirin. Gelek Kurdistanî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.
Şahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û peyama KCDK-E’yê hat xwendin.
Di şahiyê de hunermend Mêrxas Bakkî, Dîlan Dilsoz, Hozan Dîno, Sercan Kobanê û Koma Şoreşa Azadî derketin li ser dikê û stran gotin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.