Li Bordeaûxê li dijî qetlîamên Parîsê meş û mîtîng hatin lidarxistin
Di meşa edalet ji bo Şehîdên Parîsê ya li Bordeaûxê de, wiha hat gotin: “Bila ji bo edaletê sira dewletê bê eşkerekirin.“
Di meşa edalet ji bo Şehîdên Parîsê ya li Bordeaûxê de, wiha hat gotin: “Bila ji bo edaletê sira dewletê bê eşkerekirin.“
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê ji bo protestokirina qetlîamên Parîsê, çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Ji hezarî zêdetir kes li qada Place de Boûrse li hev civiyan, bi berzkirina dirûşmeyan ber bi wê qadê ve ku avahiya edliyeyê û Şaredariya Bordeaûxê lê ne, meşiyan.
Girseyê, pankartên li ser “Ne ji bîr dikin ne jî efû“, “Fransa sûcdar e ta ku edaletê durist neke“ û “Bila ji bo edaletê sira dewletê eşkere bibe“ nivîsandî û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kızıl hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Sara, Rojbîn, Ronahî, jin, jiyan azadî“, “Bijî berxweda gerîla“, “Şehîd namirin“ û “Erdoganê terorîst“ berz kirin.
Gava çûyîna ber bi qada mîtîngê ve danezan bi Fransî hat xwendin û li gel hat belavkirin. Dostên Kurdan ên Fransî, sendîka û partiyên siyasî jî bûn piştgir. Çalakî, li ber avahiya şaredariyê bi mîtîngê dewam kir.
Mîtîng ku bi rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdên Parîsê dest pê kir, bi axavtinên La France Însoûmîse, Ensemble, NPA, Revolûtîon Permanente, Solîdarîte33 û nûneran bi dawî bû.