Li Bordeauxê konsera 'Hebûn û Azadî'
Di çarçoveya salvegera damezrandina PKK'ê de li bajarê Bordeaux ê Fransayê "Konsera Hebûn û Azadî" hate lidarxistin.
Di çarçoveya salvegera damezrandina PKK'ê de li bajarê Bordeaux ê Fransayê "Konsera Hebûn û Azadî" hate lidarxistin.
Di destpêka konserê de axaftin hatin kirin, peyam hatin dayin. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya têkoşîna siyasî û çandî ya civaka Kurd a li Ewropayê, her wiha işaret bi hevsengiyên li Rojhilata Navîn têne guhertin kirin û daxwaza ji bo aştî û çareseriya demokratîk dubare kirin.
Di çalakiyê de gelek hunermend derketin ser dikê. Hunermengan li gel stranên li ser berxedanê, stranên gel jî gotin. Beşdaran di konserê de tim û tim dirûşm qîriyan.
Li salonê her wiha pêşangeke biçûk hate danîn û wêne û belgeyên li ser pêvajoya damezrandina PKK'ê hatin nîşandan. Di dokûmantereke kurt a ciwanan de jî hevpeyvîn û materyalên bi dîmen ên li ser destpêka tevgerê hatin nîşandan.
Amadekaran diyar kirin ku konsera "Hebûn û Azadî" wê hefteyên bê li bajarên cuda yên Ewropayê bê lidarxistin.
Konsera li Bordeauxê bi govendê û perfomansa fînalê ya hevpar a hunermendan bi dawî bû.