Li Boblîngenê şehîd Dijwar û Himo hatin bîranin

Li Boblîngenê şehîd Bahtiyar Dijwar û Xebat Himo hatin bîranin.

Li Boblîngena Elmanya şehîd Bahtiya Dijwar û Xebat Himo hatin bîranin. Bîranin bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan li Komeleya Boblîngen hate lidarxistin. Di bîranînê de ji bo şehîdên Şoreşa Kurdisanê rêz hate girtin.

‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BILIND BIKIN‘

Di bîranînê de Lokman Hedil axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Kurdan hemû core êrîşan pêk tîne û wiha got: “Li gelek herêmên weke Dêrsim û Zîlanê komkujî pêkanin û bi deh hezaran Kurd qetilkirin. Bi şerê azadiyê yê bi pêşengtiya Rêber Apo dest pê kir, şehîd Behatiyar û Xebat bi hezaran ciwanan bi têkoşîna azadiyê ji qirkirinê re got, bes e. Ji bo Kurdan ji nûve hêviyek ya azadiyê çêbû. Divê em têkoşîna azadiyê bilind bikin.“

‘BI ŞEHÎDAN EM SERBILINDIN‘

Di bîranînê de li ser navê malbatê axaftinek hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Em ji malbatek welatparêz tên. Bahtiyar jî tevlî şehîdên me bû. Em bi têkoşîna wî serbilind û em ê heta dawiyê xwedî li doz û têkoşîna wan derkevin.“

Di bîranînê de sînevziyona qala têkoşîna Bahtiya Dijwar dike hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.