Li Bernê sûcên şer ên Erdogan hatin teşîrkirin
Rêxistinên Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê li dijî sûcên şer ên rejîma Erdogan çalakî pêk anîn û banga "Li Ûkraynayê Pûtîn û li Kurdistanê jî Erdogan rawestînin" kirin.
Rêxistinên Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê li dijî sûcên şer ên rejîma Erdogan çalakî pêk anîn û banga "Li Ûkraynayê Pûtîn û li Kurdistanê jî Erdogan rawestînin" kirin.
Rêxistinên Ciwanên Şoreşger li paytexta Swîsre Bernê, sûcên şer ên Serokomarê Tirk Recep Tayîp bi çalakiyekê protesto kirin. Ciwan di saet 19.00’an de li ber îstasyona trenê ya navendî hatin gel hev û dest bi çalakiyê kirin. Saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta "Li Ûkraynayê Pûtîn, li Kurdistanê Erdogan rawestînin" hate hildan.
Di çalakiyê de hate gotin ku artêşa Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê hin bajarên Bakurê Sûriyeyê dagir kiriye û Erdogan her roj polîtîkaya xwe yên şer bi balafirên bê mirov û çekên kîmyewî didomîne.
Bi domdarî ev tişt hatin gotin:“ Betalkirina Peymana Stenbolê û ji sedî 400 zêdebûna kuştina jinan tenê parçeyek ji polîtîkaya baviksalarî ya Erdogan e û rastiya desthilatdariya li ser faşîzmê derdixe holê. Em ê jî li dijî vê faşîzmê berxwedanê mezin bikin. Li gel zextên zêde ên li Tirkiyeyê jî gel dadikevin qadan û hêzên gerîla yên şoreşger derbên mezin li artêşa Tirk dixin. Pûç kirina êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê jî mîna herî ber bi çav e.
Em bang li hemû saziyên şoreşger dikin ku li dijî vê faşîzma Erdogan têkoşîna hevpar bilind bikin.“
Li paytext Bernê bi qasî saetekê dirûşmeyên ku faşîzma Erdogan teşhîr dikin hatin berzkirin.
Çalakî li qada Reîthalle bi dawî bû.