Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin

Kurdên li Kantona Bernê ya Swîsreyê dijîn bi dirûşmeya “Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin“ mîtîng li dar xistin.

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Mahîr Atakan û Meclîsa Jinê ya Berjîn Zenda bi dirûşmeya “Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin“ mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê endama Konseya Rêvebir a KCK’ê Evîn GOyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin hildan.

‘BILA FRANSA BERPIRSYARÊN RAST EŞKERE BIKE‘

Mîtîng bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di mîtîngê de Parlamenterê HDP’ê Musa Farisogullari axivî. Farisogullari anî ziman ku em Kurd dostên hemû gelan in û got: “Em timî hewl didin dostaniya xwe nîşan bidin. Em dostên Swîsre, London û hemû welatên Ewropayê ne, bila ew jî vê yekê bizanibin. Lê Sakîne li ser van axan hat qetilkirin û me ev yek ji bîr nekir. Piştî 10 salan li Fransayê sê hevalên me yên din hatin qetilkirin. Bila dewleta Fransa vê qetlîamê lêkolîn bike. Eger ew dostê gelê Kurd e, bila berpirsyarên rast eşkere bibin.”

Li ser navê SYKP’ê jî Tûncay Yilmaz axivî. Yilmaz diyar kir ku fikarên wan yên li ser komkujiyê hene û got: “Vî kesî sê hevalên me qetil kirin, ma ji vê agahiya dewleta Fransayê çênebû? Çawa ev kes berî 12 rojan ji girtîgehê derdikeve û qetlîamek wisa plankirî dike? Divê beriya her tiştî dewleta Fransa bi bicihanîna berpirsyariyên xwe vê komkujiyê eşkere bike. Hem Fransa û hem jî dewletên Ewropî divê dev ji polîtîkayên xwe yên durû berdin."

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.