Li Bernê buroya hilbijartinê hat vekirin

Li paytexta Swîsre Bernê Partiya Çep a Kesk buroya hilbijartinê vekir.

Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê ku 14’ê Gulanê wê li Tirkiyeyê were kirin, xebatên Partiya Çep a Kesk ên li Ewropayê bê navber didomin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk ku li Swîsreyê hat afirandin, li hemû kanton û bajaran rêxistinbûna xwe pêş dixe. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran panel û civînên gel hatin lidarxistin û buro hatin vekirin. Îro jî li paytexta Swîsre Bernê buroya hilbijartinê hate vekirin.

Gelek siyasetmedarên Tirkiyeyî û Kurdistanî û nûnerên saziyên demokratîk tevlî merasîma vekirinê bûn. Parlamenterê berê yê HDP’ê Yûrdûsev Ozsokmenler axivî û wiha got: “Eger em bixwazin demokrasî pêk bê, eger em bixwazin ji vê rejîma faşîst rizgar bibin, divê em biçin ser sindoqan û li dijî faşîzmê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”

Piştre Nejdet Atalay jî xebatên Partiya Çep a Kesk ên li Ewropayê ragihandin. Atalay bi bîr xist ku li Swîsreyê hilbijartin wê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de were kirin û bang kir ku her kes dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk.

Piştî axaftinan li navnîşana Breîtenraînplatz 27, 3014 Bernê vekirinê avahiyê hat kirin ku wê bibe buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk.