Li Bern û Lûzernê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwanên li Bern û Lûzernê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Ciwanên li Bern û Lûzernê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin.
Ciwanên Kurdistanî diyar kirin ku êdî tehemula wan li hemberî tecrîda Îmraliyê nemaye û gotin: “Hêrsa me jî, têkoşîna me jî mezin dibe.”
‘DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDA GIRAN HER KES BIKEVE NAVA TEVGERÊ’
Di daxuyaniya li ser navê TêkoJIN û TCŞ’ê hat dayîn de, wiha hate gotin:
“Em ciwanên Apoyî yên welatparêz; em Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêber Apo hat kirin, qirkirina gelê Kurd dike armanc û sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê qebûl nakin. Em diyar dikin ku em ê li dijî vê konsepta qirêj a li hemberî Rêber Apo têkoşînê bidomînin. Em bang li civaka navneteweyî, gel û dostên xwe dikin ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bikevin nava tevgerê! Rêber Apo nûneriya îradeya bi milyonan kesan dike. Em diyar dikin ku em ti nêzîkatî, hewldan, bêhiqûqî û bêedaletiya li hemberî Rêber Apo qebûl nekin!”
Li ser navê Meclîsa Şehîd Atakan Mahîr a Bernê Orhan Hazar mafê axaftinê girt û got: “Ev tecrîda ku li ser Rêbertiya me tê meşandin, divê demildest bi dawî bibe. Tehemula me êdî li hemberî vê yekê nemaye. Em ê heta ku Rêbertiya me azad dibe, têbikoşin û têkoşînê hîn mezintir bikin.”
Çalakiya ku li Bern Bahnhofplatzê bi axaftinan dest pê kir, bi meş û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne” bi dawî bû.
LÛZERN
Endamên TCŞ’ê û TêkoJIN’ê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin ba hev û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi banga seferberiyê ya hatî destpêkirin re, ketin nava tevgerê.
Ciwanên Lûzernê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo pêşerojek azad hêviyek e. Banga me ji bo ciwanên Kurd e; em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin û azadiya xwe pêk bînin.”
Mîtîng qasî saetekê dom kir û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.