Li Berlînê tecrîda Îmralî hate protestokirin

Li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyên protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan didome. Çalakiya îro ji aliyê PDY Berlîn ve hate organîze kirin.

Li Ewropayê çalakiyên ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan û piştgiriya bi çalakgerên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, didomin.

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo piştgirîdayîna berxwedana Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.

Li ser banga PYD Berlînê çalakî saet 14:00’an li Branderbûrger Torê hate lidarxistin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê PYD Berlîn Bavê Kawa Axivî.

Bavê Kawa diyar kir ku tecrîda Îmralî li dijî mirovahiyê ye û got; “Li dijî tecrîdê têkoşîn ji bo Kurdan bûye meseleya rûmetê.” Bavê Kawa çalakgerên grevên birçîbûnê jî silav kir.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aşitî” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bila Leyla Guven bijî” û “Ji Strasboûrg, Hewlêr, Galler û berxwedêran her hezar silav” hatin berz kirin. Piştre dosyaya agahdarkirinê ji bo nûnertiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û Parlamentoya Ewropa (PE) hate dayîn.