Li Berlîna paytexta Elmanyayê akademisyen, rojnamevan, nivîskar û siyasetmedar bi boneya piştevaniya bi Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci re, daxuyanî dan. Akamîsyen Latîfe Akyuz û Neşe Ozgen, Rojnamevan Hayko Bagdat, Parlamenterê Eyaleta Berlînê Ferat Koçak, Enver Şen ji Înîsiyatîfa Lêkolîna Bikaranîna Çekên Kîmyewî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Kulturgemeînde e. V. ya Dersimê hat dayîn.
Axêveran bi bîr xist ku Fîncanci ji ber ku daxwaza lêkolînê li ser bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve kiriye, hatiye girtin û xwest ku Fîncanci bê berdan.
OZGEN: WÊ ZANIST BI SER BIKEVE, MIROV BI PIŞTEVANIYÊ HEYE
Prof. Neşe Ozgen wiha axivî: “Mamoste Şebnem, bi gotina fikira xwe rastiyek danî holê. Niha ji ‘kirina propagandaya terorîst’ tê darizandin. Peyama ku ji girtîgehê da me ya herî giring e. Di girtîgehê de jî rojane dinivîse, nivîsên quncik dinivîse û li ser îfadeya xwe agahiyan berhev dike. Ez dixwazim bi gotinên Prof. Fîncanê dewam bikim. Li dijî jirêzêbûyîna vê xerabiyê wê zanist bi ser bikeve. Wê ne bi hêsanî be lê dawiya dawîn em ê bi piştevaniyê he bibin.“
BAGDAT: ÎDIAYA KÎMYEWÎ CIDÎ YE, DIVÊ LÊKOLÎN LI SER BÊ KIRIN
Rojnamevan û nivîskar Hayko Bagdat jî diyar kir ku şer pirsgirêkek a gel e û wiha got: “Prof. Fîncanci dibêje ku şer pirsgirêka tenduristiya gel e. Ev gotin rast e. Ji ber ku di şer de mafê hemû Kurdan hat binpêkirin, ev 40 sal in pirsgirêka me ya tenduristiyê ya gel heye. Mirov hatin qetilkirin, sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê hatin kirin û ev hemû jî li ber çavên me qewimîn. Cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk bi pişta panzerê ve kaş kirin û li ser televîzyonê hat nîşandayîn. Ev konsepta şer a rejîma AKP-MHP’ê û sûcên ku li her qadê dike, li ber çavê me ne. Em rû bi rûyê êrîşkariyekê ne ku dema derfet bibîne dikeve hewila girtina me. Weke ku rewşa Şebnem Korûr Fîncanci tê zanîn, dema ji Elmanyayê çû Tirkiyeyê, hat girtin.
Îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî, weke ku wê gotiye; îdiayeke cidî ye. Divê teqez lê bê nihêrtin. Ev vê ji helwesta rejîma AKP-MHP’ê fam dikin ku ji bo veşartina sûcê xwe li her derê êrîş dike.“