Li Berlînê çalakgerê greva birçîbûnê Cemal Kobanê rakirin nexweşxaneyê
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, Cemal Kobanê yê ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, rakirin nexweşxaneyê.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, Cemal Kobanê yê ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cemal Kobanê yê ku sê meh in di greva birçîbûnê de ye, ew rakirin nexweşxaneyê. Derbarê tendirustiya Kobanê tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Çalakger Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mistefa Tûzak û Şiyar Xelîl li lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê di greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya Mele Mûstafa Tûzak di roja 107’an de, ya Cemal Kobanê û Omer Bagdûr jî di roja 91’an de ye. Çalakiya Şiyar Xelîl jî di roja 94’an de didome.