Li Berlînê bi hezaran kes ji bo jinên li Parîse hatin qetilkirin meşiyan

Bi hezaran kesên bi banga gelek rêxistinên jinan, hatin ba hev, qetilkirina jinan li Parîsê, protesto kir û bang kir ku divê jin xwe bi perspektîfa şoreşa jinan bi rêxistin bikin.

Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li Parîsa paytexta Fransayê di 9’ê Çileya 2013’an de û qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kızıl 23’yê Kanûna 2022’yan, li Berlîna paytexta Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin.

Bi banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan’ê, Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a CENÎ, Yekîtiya Jinên Şoreşger a Efxanistanê, Piştevaniya bi Têkoşîna Jinan re li Dera Cîhanê, kolektîfa jinan a DarSûdanê, bi hezaran Kurdistanî, Tirkiyeyî û ji gelên din kes, hatin ba hev.

Ji bo bibîranîna şehidên Parîsê rêz hat girtin, bi pişt re daxuyanî hat dayîn; di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “10 sal berê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku ji bo jiyaneke bi azadî û bi wekhevî têdikoşiyan, li Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve ku servîsa veşarî ya Tirk e, hatin qetilkirin. Qetlîama 23’yê Kanûna 2022’yan diyar e ku dewama qetlîama 9’ê Çileya 2013’an e. Şervana Azadiyê ya Kurd Emîne Kara, wek sê jinên şoreşger ên beriya xwe bi salan têkoşiya. Divê em bibin dengê hemû jinên li cîhanê ku tên qetilkirin. Divê em bi perspektîfa şoreşa jinan xwe bi rêxistin bikin.“

Meş, li Hermannplatze dest pê kir û li Marîannenplatzê bi dawî bû. Li cihê ku meş bi dawî bû, find hatin vêxistin. Di meşê de bêyî navber dirûşma “Jin jiyan azadî“ hat berzkirin.