Li Berlînê amadekariyên hilbijartinê dewam dikin
Li Berlînê Tifaqa Ked û Azadiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, xebatên xwe yên serdankirinê û daliqandina afîşan didomîne.
Li Berlînê Tifaqa Ked û Azadiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, xebatên xwe yên serdankirinê û daliqandina afîşan didomîne.
Di çarçoveya hilbijartinên parlamentoyê ya demê 28’emîn û Serokkomariyê ku wê 14’ê Gulanê li Tirkiyeyê bê kirin, li paytexta Elmanya Berlînê ku hilbijêrên Tirk lê dijîn, xebatên Tifaqa Ked û Azadiyê tê meşandin
Di çarçoveya hilbijartinê de, li Cemaata Dêrsimê ya Berlînê panel hat lidarxistin. Li navçeyên Weddîng û Neukollnê serdana esnafan hat kirin, belavok hatin belavkirin û afîş hatin daliqandin.
LI CEMAATA DÊRSIMÊ PANEL
Li Cemaata Dêrsimê bi sernava “14’ê Gulanê hilbijartinên Tirkiyeyê û xebatên dervey welêt” panel hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Sîbel Yîgîtalp, ji partiya dîe Lînke Hakan Taş û ji nûneriya CHP’ê ya Berlînê Kenan Kolat tevlî panelê bûn. Sîbel Yîgîtalp axivî û qala girîngiya dîrokî ya hilbijartinan kir.
LI NEÛKOLLNÊ BELAVOK HATIN BELAVKIRIN
Li cihên qelebalix a navçeya Neûkolln a Berlînê, ji bo piştgiriy Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin. Tevî barana zêde jî belavok hatin belavkirin û bang li kesên welatiyên Tirkiyeyê hat kirin ku deng bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.
LI WEDDÎNGÊ SERDANA QEHWEXANEYÊ HAT KIRIN Û AFÎŞ HATIN DALIQANDIN
Li navçeya Weddîng a Berlînê jî ji bo piştevaniya bi Tifaqa Ked û Azadiyê, serdana qehwexaneyan hat kirin û afîş li kolanan hatin daliqandin. Siyasetmedar Huseyîn Yilmaz li qehwexaneyên semtên Gesûndbrûnnen û Pankstrasseyê ku welatiyên Tirkiyeyê lê ne, xîtabî guhdarvanan kir û got: “Di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de hilbijartin hene. Her kesê xwedî wijdan divê biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Em dixwazin ku hûn dengê xwe bibin Partiya Çep a Kesk.”
Li navçeya Weddîngê her wiha afîşên “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin. Dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk” li kolan û cadeyan hatin daliqandin.