Di çarçoveya “Roja Pirtûkan a Abdullah Ocalan a Cîhanê“ de bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Jiyan a Londonê li ber avahiya Rêxistina Efûyê çalakiyek hate lidarxistin. Komên navneteweyî û saziyên Kurdistanî jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Duh Mandela îro Ocalan" û "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" hatin berzkirin. Parêzera navdar a Îngilîz Margaret Owen a 91 salî jî beşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de dowîz û pankartên ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin hatin hilgirtin.
Beriya çalakiyê şandeya ku ji Meclîsa Jinan a Jiyan Denîz Poyraz, Berfîn Dersim, Turkan Ozcan û parêzer Margaret Owen pêk dihat, têkildarî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dosyayek pêşkêşî rayedarên Rêxistina Efûyê kir.
Piştre lêkolînera PHD’ê Royal Holloway Îda, ji Rêxistina Femînîst a Amerîkaya Latîn Anayi, ji Rêxistina Jinan a Amerîkayê Neha Lateen, rojnamevan Penny û parêzer û parêzvana mafên mirovan Margaret Owen li pêşiya Rêxistina Efûyê beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin.
Owen li vir axaftinek kurt kir û got ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya azadiya jinê ji hemû lîderên cîhanê cuda ye. Owen da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcê li dijî mafên mirovan e û destnîşan kir ku divê hemû gelên cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi hev re têbikoşin.