Li ber Parlamanta Ewropa ya Brukselê çalakî hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan li ber Parlamanta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan li ber Parlamanta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan li Qada Luksemburgê kom bûn, dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava berzkirin û êrîşên çeteyên HTŞ/DAÎŞ û dewleta Tirk şermezar kirin.
Çalakvanan, helwesta durû ya dewletên Ewropayê rexne kirin û daxwaza rawestandina êrîşên leşkerî yên li ser Rojava kirin. Her wiha di çalakiyê de daxwaza naskirina statuya siyasî ya Rojava û parastina şoreşa jinan hat kirin.
Di daxuyaniyekê de ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hat dayîn, hat diyarkirin ku êrîş ji 6’ê Çileyê ve zêdetir bûne, tevî agirbestê jî êrîş berdewam dikin û dewleta Tirk piştgiriya hewayî dide van êrîşan.
Hat gotin ku Kobanê di bin dorpêçê de ye û bi deh hezaran sivîl neçar mane ku dîsa koçber bibin.
Hat destnîşan kirin ku êrîşên li dijî jinan bi zanebûn û sîstematîk in û ev polîtîkayeke wêrankirinê ye li dijî pergala demokratîk û laîk a ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin.
Di daxuyaniyê de, pergala rêveberiya xweser a ku bi pêşengiya jinan li Rojava hatiye avakirin û têkoşîna YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê hate bibîrxistin.
Hat destnîşankirin ku berdana endamên DAÎŞ’ê xetereya ji nû ve xurtbûna wê çêdike.
Çalakî bi bangên ji bo rawestandina êrîşan, naskirina statuya Rojava û parastina şoreşa jinan bi dawî bû.