Li ber Balyozxaneya Tirk a li Amsterdamê çalakiya protestoyî

Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li ber Balyozxaneya Tirk a li Amsterdamê çalakî hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li paytexta Hollanda Amsterdamê dijîn, li ber Balyozxaneya Tirk hatin ba hev û xwestin ku berpirsyarên komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ku sê jinên Kurd ên şoreşger têde hatin qetilkirin û êrîşa 23’ê Kanûnê ya li ser Navenda Çanda Kurd ku sê aktîvîstên Kurd têde hatin qetilkirin, bên darizandin.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku sûcdarê rast dewleta Tirk e û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.