Li Bellîzonayê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Bellînzona yê girêdayî Kantona Tîcîno ya Swîsreyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bellînzona ya girêdayî Kantona Tîcîno ya Îtalyan a Swîsreyê ji aliyê Însyatîfa Jinan a Hêvî ve bi çalakiyeke ya rûniştinê hate protestokirin. Di çalakiya li pêşiya Parlementoya Kantonê hate kirin de, ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê banga hestyariyê hate kirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Parlementer Leyla Guven li dijî tecrîda mutlaq di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye’ hate vekirin û posterên Ocalan û alên TJK-E’yê hatin hildan.

Her wiha belavokên bi zimanê Îtalî hatin belavkirin û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana zindanan’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hatin qîrkirin. Çalakiya rûniştinê ya bi qasî saetekê dom kir bi dawî bû.