Li Belçîkayê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
Li Belçîkayê bi beşdarbûna kesayetên dilsoziya bi gelê Kurd û parlamenterên Ewropayê resepsiyona Newrozê bi şahiyek taybet hat lidarxistin.
Li Belçîkayê bi beşdarbûna kesayetên dilsoziya bi gelê Kurd û parlamenterên Ewropayê resepsiyona Newrozê bi şahiyek taybet hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Navenda Çandê a De Markten ya Belçîka resepsiyona Newrozê hat lidarxistin. Kesayetên Belçîkayî û parlamenterên Ewropayê yên bi salan e ji bo gelê Kurd têdikoşin û bi hev re têkoşînê didin, beşdarî resepsiyonê bûn.
Di resepsiyonê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “ Newroza ku êdî bûye navneteweyî, bûye roja pîrozkirina hevalên ku têkoşîna azadiya gelê Kurd weke têkoşîna xwe dibînin. Nûnertiya kevneşopiya berxwedanê ya 2631 salî ye, Newroz îro lûtkeya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd temsîl dike. Me xwest em hevalên xwe bi xwe re bibînin û roja herî xweş a berxwedanê bi hev re pîroz bikin."
Di resepsiyonê de biz imanê Flamanî, Fransî û Ingilîzî li ser weteya Newrozê axaftin hatin kirin.
Ji partiya S&D û Endamê Parlamentoya Ewropa Costas Mavridest axaftinek kir.