BI DÎMEN

Li Belçîkayê Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin

Bi hezaran Kurdistaniyên ku li Belçîka hatin ba hev, 47’emîn salvegera Cejna Berxwedana Neteweyî bi coşek mezin pîroz kirin.

Bi hezaran Kurdistaniyên ku li gelek bajarên cuda yên Belçîka dijîn, bi boneya 47'emîn salvegeda Cejna Berxwedana Netewî, li bajaroka Aarschot (Loven) hatin gel hev û pîrozbahî pêk anîn.

Pîrozbahî bi meşa ciwanan a ber bi salonê û xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" re dest pê kir. Piştre ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Dûre li ser navê NAV-BEL’ê Arîfe û Hazim Botî axivîn û xêrhatinê li beşdarvanan kirin.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal axaftin kir. Kartal got, “Em 47 saliya şoreşa xwe pîroz dikin. Ev roj roja Rêber Apo ye. Beriya her tiştî em vê rojê li Rêber Apo pîroz dikin. Doz û têkoşîna gelê Kurd ji bo mirovahiyê û aştîxwazan bûye hêvî. Rêber Apo bi fesixkirina PKK’ê re û banga Aştî û Civaka Demokratîk re peywirek nû da me. Em weke gelê ku li Belçîka dijîn, dê di vê çarçoveyê de komînên gel ava bikin.”

Di berdewamiya pîrozbahiyê de li ser navê gel û Tevgera Rojhilatê Kurdistanê Siyamend Muînî axaftin kir û got, “Şoreş û felsefeya Rêber Apo ne tenê li Bakur, li her çar aliyê Kurdistanê belav bûye. Bi taybetî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" ku li Rojhilatê Kurdistan û tevahiya Îranê dest pê kir û li tevahiya cîhanê deng veda.”

Piştî axaftinan hunermendên wek Farqîn Azad, Sûltan Cemîl Horo, Hozan Kewê, Seyda Perînçek, Amara Ûrmiye, Xelîl Sadiqî û Îbo Qamişlo bi performansên xwe coşek mezin da çalakiyê.

Çalakiya pîrozbahiyê bi gerandina govendê li ber stranên hunermendan bidawî bû.