Li Belçîka greva 3 rojan dest pê kir

Li Belçîkayê li ser banga hevpar a sendîkayan îro greva 3 rojan dest pê dike. Gelek sektor di 24, 25, 26’ê Mijdarê de dê xebatên wan bigihêje asta rawestandinê.

Li welêt sê şîrketên mezin ên veguhastina giştî STIB, TEC û De Lijn roja Duşemê heta Çarşemê dest bi grevê dikin. Di dema grevê de dê gerên bi otobus, metro û tramvayê bi giranî rawestin.

Li herêma Valon û Brukselê xizmetên berhevkirina gilêşan 3 rojan dê bi rengekî cidî bandor bibe.

Sendîkaya Polîsên CGSP’ê jî piştgirî dan grevê.

Her wiha sekora perwerdehiyê jî dê di 25 û 26’ê Mijdarê de tevlî grevê bibe.

Hat ragihandin ku roja Çarşemê ji Balafirgeha Brusselsê tu balafir ranebe û hin balafir dê daketina wan bên betalkirin.

Heman rojê li Balafirgeha Charleroi jî dê rabûn û daketina balafiran bên rawestandin.

DAXWAZ

Sendîkayên bi navê FGTB, CSC û CGSLB’ê bang li hikûmeta federal a nû kirin û ji ‘Koalîsyona Arîzonayê’ daxwaz kirin ku di van mijarên li jêrê bên rêzkirin de gavan biavêjin:

*Sîstemeke bacê ya adilane,

*Desteka dewletê ji bo şîrketan careke din bên nirxandin,

*Danîna her mûçeyê ji bo tevkariyên ewlehiya civakî,

*Betalkirina reforma teqewidbûnê û guhertinên statuya plankirî di hin pîşeyan de.