Li Baselê meşa 8'ê Adarê, li Rochefortê pîrozbahiya Newrozê
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dijî şer û mêtingeriyê meşek hate lidarxistin. Li bajarê Rochefort ê Fransayê jî Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dijî şer û mêtingeriyê meşek hate lidarxistin. Li bajarê Rochefort ê Fransayê jî Newroz hate pîrozkirin.
Çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê yên li Swîsreyê ku 1'ê Adarê dest pê kirin, li bajarê Baselê bi meşekê bi dawî bûn.
Çalakî bi pêşengiya Platforma 8'ê Adarê pêk hat ku saziyên jinan ên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Swîsreyî û saziyên jinan ên koçber di nav de cih digirin. Ji bo çalakiyê bi sedan jin li Theaterplatzê li hev civiyan.
Bi navê Platformê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku di nava şert û mercên Covîd-19 de van du salên dawî jin ji gelek mafên xwe bêpar hatine hiştin û berpirsyarî hemû jî li ser milê jinan hatiye hiştin.
Rêxistinên jinan li dijî şerê Rûsya û Ûkraynayê diyar kirin ku wê timî aştiyê biparêzin.
Bi navê Meclîsa Ronahî ya Baselê jî Ozen Aytaş axivî û bal kişand ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya ku jinên Kurd bi rêya wê têdikoşin.
Endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî di çalakiyê de ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bi sedan îmze kom kirin.
Polîsên Baselê bi hinceta ku meş bêdestûr e, li ser rêgeha meşê bend danîn û li dijî jinan gazên çavan dişewitîne bi kar anîn. Li gel destwerdanê jî jin heta ClaramatteParkê meşiyan.
LI ROCHEFORTÊ PÎROZBAHIYA NEWROZÊ
Li bajarê Rochefortê yê Fransayê, bi beşdariya bi sedan kesî Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Aras Agir, Metîn Zîlan, Seyda Perînçek û Çetîn Zîlan derketin ser dikê.