Li Atîna û Lîmasolê meşa li dijî êrîşên kîmyewî hat lidarxistin - HATE NÛKIRIN
Ciwanên TCŞ’ê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, bi meşa meşaleyî protesto kir.
Ciwanên TCŞ’ê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, bi meşa meşaleyî protesto kir.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li qada Syntagma ya li Atînaya paytexta Yewnanistanê qetilkirina 11 gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bi çekên kîmyewî, protesto kir.
Meş, êvarê ji qada Syntagmayê heta bi qada Monastriyakî bi şevçirayan û berzkirina dirûşmeyan dewam kir.
Sînan Ozturkê li ser navê TCŞ’ê daxuyanî da û wiha axivî: “Hîna êşa 17 gerîlayan teze ye, îro me zanî ku 11 gerîlayên din şehîd bûne. Di serî de OPCW em bang li saziyan dikin ku ne bi gotinan lê bi çalakiyan li her derê bertek nîşanê vê rewşa dermirovî bidin.“
Di meşê de banga tevlêbûna çalakiyê hat kirin ku wê 29’ê Kanûnê di 17.00’an de li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber Balyozxaneya Tirk bê lidarxistin.
LÎMASOL
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, şehîd kirina 11 gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên kîmyewî, bi meşekê protesto kirin.
Kurdistanî li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hatin ba hev û ji vir dest bi meşê kirin. Meş heta ber Şaredariya Lîmasolê dewam kir û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Kujer Erdogan”, “Dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê bicehime” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.
Çalakiya protestoyî li ber şaredariya Lîmasolê veguherî mîtîngê. Mîtîng ji bo bîranîna gerîlayên di encama êrîşên kîmyewî şehîd bûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Daxuyaniya bi zimanê Îngilizî ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ve hat amadekirin, hat xwendin û piştre siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî.