Li Atînayê bi çalakiyekê rê hat girtin

Endamên TCŞ’ê ji bo bal bikêşînin ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne, cadeya Patîsîonê li trafîkê girt.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo teşhîr û protestokirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakiyek li dar xistin.

Ciwanan cadeya Patîsîon li trafîkê girt û bi berzkirina dirûşmeyan fîşekên hewayî berdan.

Çalakiyê bal dikêşand û dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.