Ciwanên ku li Atînayê hatin cem hev, paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê.
Di çarçoveya pêngava ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakiya "Rojên Xwendina Pirtûka Abdullah Ocalan" hat organîzekirin. Ciwanên Kurd û anarşîst beşdarî çalakiya ku bi pêşengiya Însiyatîfa Ji Bo Rojava Rabe Ser Piyan hate lidarxistin bûn.
Di civîna ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin de bal kişandin ser têkoşîna ciwanan a li dijî tecrîda li Îmraliyê.
Ji Înîsiyatîfa Ji Bo Rojava Rabin Ser Piyan Suzan diyar kir ku ew bi Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd re di nava hevgirtinê de ne û êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê şermezar kir. Suzan da zanîn ku Abdullah Ocalan bi komploya hêzên navneteweyî ya ku Yewnanistan jî di nav de ye dîl hatiye girtin û 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê hiştin. Suzan destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û pêkanîna paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk têbikoşin.
Suzan anî ziman ku ji bo pêkanîna paradîgmaya jinên azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk ên Abdullah Ocalan ew ê têbikoşin. Ji Akademiya Modernîteya Demokratîk Vera ku bi rêya Zoomê beşdarî çalakiyê bû, behsa xebatên xwe û modela Konfederalîzma Demokratîk kir.
Di çalakiyê de pirtûka Parastina Atînayê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wergerî Yewnanî hatiye kirin, pêşkêşî ciwanan kirin.
LI CELLEYÊ MÎTÎNG Û ÇALAKÎ
Bi pêşengiya komên "Kurdistanê Diparêzin" û "Jin Rojava Diparêzin" û bi piştgiriya Konstantîn Wecker li bajarê Celle yê Elmanyayê çalakiyek hat lidarxistin.
Ji gelek kesên ku ji bo Roja Mafên Mirovan a Cîhanê û Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a Cîhanê hatin cem hev, ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin beş hatin xwendin. Muzîkjen û stranbêj Konstantîn Wecker beşdarî çalakiyê bû got, "Ji bo çareseriya adil û aştiyane ya gelê Kurdistanê pêwîstî bi azadiya Abdullah Ocalan heye."
Di merasîmê de ji koma herêmî ya bi navê Defend Kurdistan of Celle Juliane Rieder hin beşên berhemên Abdullah Ocalan xwend.