Li Appenzelên Derve namzetekî Kurd: Nazîr Atîla
Kantona Appenzelên Derve ya Swîsreyê hilblijartinê dike. Yek ji namzetên wekîliyê jî Nazîr Atîlla yê ji Bazarcix a Mereşê ye. Her wiha li bajarê Herîsaûyê jî namzetê endametiya meclîsa şaredariyê ye.
Kantona Appenzelên Derve ya Swîsreyê hilblijartinê dike. Yek ji namzetên wekîliyê jî Nazîr Atîlla yê ji Bazarcix a Mereşê ye. Her wiha li bajarê Herîsaûyê jî namzetê endametiya meclîsa şaredariyê ye.
Li Swîsreyê 26 kanton hene. Di nava kantonan de jî nîv kanton hene. Mîna Appenzelên Hundirîn û Appenzelên Derve. Nîv kanton dikarin nûnerekî bişînin Konseya Kantonan (Staederat), her wiha dikarin 2 nûneran bişînin kantonên tam. Nazîr Atîla yê ji Bazarcix a Mereşê jî hem ji bo Parlamenteriya Kantona Appenzelên Derve hem jî ji bo endametiya Meclîsa Şaredariya Herîsaûyê namzet e.
Li gorî gelek daneyan mirovên li Swîsreyê dimînin bi giranî bala wan ne li ser siyasetê ye. Dema ku ji bo hilbijartineke li Swîsreyê di asta ji sedî 40 beşdarî çêbû, hingî ev rêje gelekî zêde tê dîtin. Atîla dibêje, "Siyasetmedar jî di gelek nuqteyan de nikarin mirovan tevlî bikin" û ji bo pirsa 'Hûn çima bûn namzet?' bersiveke bi vî rengî dide: "Em Kurd jij ber ku li her qad, bajar û welatên ku lê ne xwedî kevneşopiyeke polîtîk in, min jî eleqe nîşanî hilbijartinên li vir da. Bi nasnameya xwe ya koçber û polîtîk min xwest rengê xwe bidim.
Min eleqe nîşanî hemû hilbijartinên şaredariya ku lê me, da. Polîtîkbûyîn tiştekî bi vî rengî ye. Ji sala 2010'an û vir ve endamê SP'ê me. Ev yek têkiliyek di navbera min û siyasetê de ye. Em her roj di nava siyasetê de ne. Li cihê ku ez lê me eger dikarim kesên min birêve dibin hilbijêrim, divê bi vê re eleqedar bim. Beriya bêm Swîsreyê li Dîlokê min di nava HADEP'ê de kar dikir. Her wiha endamê HADEP'ê bûm."
Atîla her wiha bi nivîsê re jî mijûl e. Helbest, çîrokan dinivîsîne û wê meha Nîsanê pirtûkeke xwe ya bîranîn-roman a bi navê Qîrîna Hêviyê çap bike.
'DEMA BÊM HILBIJARTIN EZ Ê ALÎKARIYÊ BIDIM MIROVAN'
Meclîsa Kantonê ya ji 60 kesî û Meclîsa Şaredariyê ya ji 31 kesî wê bêne hilbijartin. Atîla destnîşan dike ku gelekî girîng e di meclîsê de biyanî bêne temsîlkirin. Ji ber vê yekê jî dibêje, "Ji ber ku têkildarî biyaniyan qanûn têne amadekirin. Di rewşeke bi vî rengî de weke koçberekî mafê me yê axaftinê dibe. Di heman demê de Meclîsa Şaredariyê girîng e. Şaredarî xwedî rêveberiyên xweser in. Bi xwe dikarin biryarê werbigirin. Mînak li şaredariya em lê ne mirovên ne welatiyên Swîsreyê ne nikarin deng bidin. Di du rûniştinên dawî yên Meclîsa Şaredariyê de ev mijar hatin nirxandin û eger pêwîstî pê were dîtin wê dengdana gel li ser bê kirin. Eger ez bême hilbijartin ez ê karibim tevlî komîsyonên cuda bibim û bi kêrî mirovên li vê derê bêm."
Atîla ragihandin ku kantona Appenzelên Derve kantoneke biçûk e, nifûsa Kurdan li gorî yên ji welatên Balkanan û ji welatên din hatine kêmtir e û got, "Li vê kantonê beriya çend salan Efrîkî nedihatin qebûlkirin. Ev yek hînê nû hatiye şikandin. Peymaneke bi vî rengî ya Kantona Appenzelên Derve bi paytext Bernê re heye. Li gorî rewşê Bern li ber vê yekê rabû û ji biryarê vegeriya." Atîla di hilbijartinên beriy aniha de jî bûbû namzet û li gorî ku got tenê bi çar dengan winda kiribû.
'DENGDAN WÊ DI 14'Ê NÎSANÊ DE BI DAWÎ BIBE'
Nazîr Atîla qala xebatên xwe yên hilbijartinê jî kir û got, "Hilbijartin ji 27'ê Adarê û vir ve bi dengdana bi rêya postayê destpê kir. Dengdan wê di 16'ê Nîsanê de bi dawî bibe. Ji hilbijêran dixwazim ku hem di Parlamenteriya Kantonê hem jî Meclîsa Şaredariyê de dengê xwe yê tercîhê bidin min."