Li Aaraûyê 8 gerîlayên ku li Dêrsimê şehîd bûn hatin bibîranîn

Di bîranînê de dayika Baz Colemêrg Dayika Meryem ku bi rêya onlîne tevlê merasîmê bû diyarkir ku bav û birayê wî jî di oxira vê têkoşînê de şehîd bûne û got, “Em heya Rêber Apo û Kurdistan azad dibe ji bo dayina berdêlan amade ne.”

Li navçeya Ovacîkê ya Dêrsimê ji bo Mûnzûr Dersîm (Cîhan Soylemez) Veroz Mûnzûr (Çagla Yeleser), Nûda Karker (Gûler Karaer), Baz Colemêrg (Nevzat Demîr), Jînda Gabar (Mihrîban Ata), Rojîn Xweza (Hasret Ulger), Şervan Partîzan (Pîroz Arşîmet) û Azad Wan (Akîf Bedir) ên di şerê 5’ê Kanûnê ya li Çiyayê Mercanê de di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de derketibû şehîd bûne merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Merasîma bîranînê ya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aaraûyê bi tevlêbûna malbat û xizmên şehîd Baz Colemêrg hate lidarxistin, bi sedan Kurdistanî beşdar bûn.

Bîranîn di şexsê 5 gerîlayan de bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Di merasîmê de sersaxî ji aliyê malbata Baz Colemêrg ve hat qebûlkirin.

Piştî axaftinên ku li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Navenda Civaka Kurd a Aaraû ve hatin pêşkêşkirin, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAV) Mehmet Goksûngûr axaftinek kir. Goksûngûr bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir û diyarkir ku îro li Herêmên Parastinê yên Medya her wiha di şexsê Garîbe Gezer de li girtîgehan ku bi şîdeta dewletê hat qetilkirin, ewê xwedî li mîrasa têkoşîna şehîdan ya bi rengekî pir eşkere li holê ye derbikevin.

Goksûngûr destnîşan kir ku dewleta Tirk heta tehemûla miriyê Kurdan nake û got ku hedef nîşandayina gorên gerîlayan û êrişkirina ser nayê qebûlkirin.

Di dewamê de Goksûngûr ragihand ku weke KOMAV ewê di rojên pêş de li gelek navendên Ewropayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk yên li ser gorên gerîlayan û teşhîrkirina wê li platformên navnetewî kampanyayekê bidin destpêkirin.

Axaftina dayika Baz Colemêrg, Dayîka Meryem a ku ji welat bi rêya înternetê bi dîmen tevlî bîranînê bû li salonê bû sedema kêliyên hestiyar.

Dayîka Meryem da zanîn ku bav û birayê Baz Colemêrg di vê têkoşînê de şehîd bûne û got, “Em weke malbat ji kevneşopiyeke welatparêziyê tên. Me ji destpêka têkoşînê ve berdêlên giran dan û ez dibêjim ku em hîn jî amade ne ku bidin. Ez bi vê wesîleyê soz didim ku heta Rêber Apo û Kurdistan azad bibe em ê vê têkoşînê hembêz bikin.”

Li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurd Adil Heval di axaftina xwe ya ku piştî axaftina Dayîka Meyem bi zehmetî destpê kir de wiha got: “Weke ku dayikên me yên weke Dayîka Meryem bi ruhê Apoyî têkoşînê hembêz kirin, erka me ew e ku ji niha û pêve li dijî êrîşên qirkirinê yên ku dijmin dixwaze ferz bike em têkoşînê hembêz bikin. Em wek Kurdistanî li her derê ku lê bin jî, em ê rêxistinbûna xwe misoger bikin û bi têkoşînê ve girêdayî bin û pêngava “Dem dema azadiyê” bi serketinê bi encam bikin. Soza me ji bo Dayîka Meryem û hemû şehîdên me ev e.”

Piştî ku xizmên şehîdan jî mafê axaftinê girtin û hestên xwe anîn ziman, sînevîzyona ku hin beşên ji têkoşîna şehîdan ku bi xwe vedigotin hatin nîşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.