Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê bi organîzasyona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê sala 45’an a damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.
Ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Siyasetmedar Nûrsel Aydogan di merasîmê de axivî.
Nûrsel Aydogan diyar kir ku ew beşdarî Konferansa Kurd bû ku 6-7’ê Kanûnê di Parlamentoya Ewropayê de hate lidarxistin û got: “Êdî têkoşîneke Kurd û rastiyeke PKK’ê heye ku gerdûnî bûye û li cîhanê belav bûye. Hemû gelên cîhanê dibînin û îlham digirin. Silav ji Rêber Apo re ku pêşengê vê rêyê ye. Sala 45’an a têkoşîna we pîroz be.”
Mordem Koçgirî jî ku 30 salan di zîndanên Tirkiyeyê de girtî ma, ev tişt got: “Ez serbilind im ku em di rojeke wiha de li ba hev in. Ti hêz nikare li pêşiya vê têkoşîna mirovahiyê ya gerdûnî bisekine. Berxwedan li hemû qadên têkoşînê, bi serketinên mezin didome.”
Mordem Koçgirî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê jî ku 14 roj in ji aliyê girtiyên li zîndanên Tirkiye û Kurdistanê ve bi daxwaza ‘Ji abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dewam dike û got: “Berê we û dilê we bila her tim li ba berxwedêrên li girtîgehan be. Têkoşîna 45 salan bi berdêlên mezin di dîroka mirovahiyê de hatiye nivîsîn. Hezar silav ji gelê me, berxwedêran û Rêber Apo re ku dîrokeke bi vî rengî nivîsandiye. Sala 45’an a têkoşîn û berxwedana we pîroz be.”
Pîrozbahî heta derengî şev dewam kir. Hozan Comert, Seher Stran, Hozan Garîp Nûrhaq derketin ser dikê. Heta derengî şev govend hate gerandin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.