Li Îngilîstanê pîrozbahiya ewil a Newrozê li Leedsê pêk hat

Li bajarê Leeds ê Îngilîstanê bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî’ pîrozbahiya Newrozê ya girseyî hat lidarxistin.

Li Îngilîstanê pîrozbahiya ewil a Newrozê li bajarê Leedsê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd ve hate lidarxistin. Pîrozbahî li eywana Milfordê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan hate lidarxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de Kurdistanî bi kincên xwe yên neteweyî tevlî bûn. Li eywana pîrozbahiyê alên YPG, YPJ, Kongra Star, wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir û dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Azadî ji bo Rêber Apo” û “Bijî Rojava” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku divê gelê Kurd bi tevahî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşe û hate destnîşankirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2022’an de divê têkoşîn bê mezinkirin.

Di pîrozbahiyê de hunermend derketin li ser dikê û stran li ser Tevgera Azadiya Gelê Kurd gotin. Li ber stranan govend hate gerandin.

Şahiya Newrozê bi stran û gerandina govendê dawî bû.