Li 5 bajaran çalakiyên piştevaniya grevên birçîbûnê

Ji bo piştevaniya berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, li gelek deveran çalakî tên lidarxistin.

Li bajarên Bern û Zurîch ên Swîsreyê û li bajarên Berlîn, Hîldesheîm û Bodensee yên Elmanyayê Kurdistaniyan çalakî li dar xistin.

BERN

Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger, Kurdistanî li paytexta Swîsre Bernê li Bahnhofplatzê li hev civiyan û heta ber bi stasyona trenê ya navendî ve meşiyan.

Çalakiya bêîteatiya sivîl piştî xwendina belavoka li ser grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan, bi dawî bû.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîhc ê Swîsreyê jî, Kurdistanî bi banga Meclîsa Jinan a Bêrîtan tevî dostên xwe li Bahnhofstrasseyê çalakiyek pêk anîn. 

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Parlamenterek, Leyla Guven li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye" hate hildan û ji bo Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê dirûşm hatin qîrîn. Çalakgeran her wiha li ser mijarê gelek belavok belav kirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê saziyên ji baweriyên cuda; Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Êzidiyan (NAV-YEK) û Elewiyên ser bi Însiyatîfa Azadiyê ya Dersimê mîtîngek li dar xistin.

Bi pankart û dowîzan işaret bi berxwedêrên greva birçîbûnê hate kirin û li ser armanca çalakiyê belavok hatin belavkirin.

Qisekeran gotin, "Divê em bibin dengê xwişk û birayên xwe yên di greva birçîbûnê de ne û ti carî wan bi tenê nehêlin."

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî bi banga Komuna Jinê ya Meryem li ber HBF'ê çalakiyeke protestoyî ya bêdeng hate lidarxistin.

BODENSEE

Kurdistaniyên li bajarê Bodensee yê Elmanyayê, li Bûchhornplatzê li hev civiyan û piştî dan berxwedêrên greva birçîbûnê.

Di çalakiyê de ku nûnerên Partiya Çep (Dîe Lînke) jî amade bûn, li navenda bajêr gelek belavok hatin belavkirin û li ser çalakiyên greva birçîbûnê agahî hatin dayin.

Çalakgeran bang li CPT kirin ku nebe hevparê sûc û tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Çalakgeran dirûşma "Ne mirinê, em jiyanê dixwazin" qîriyan.