Kurdistaniyên li Ewropa bi çalakiyan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin

Li gelek navendên Ewropa Kurdistanî û dostên xwe derketin qadan û bi çalakiyan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Li Cenevre, Frankfûrt, Bremen, Hambûrg û Bordeauxê Kurdistanî û dostên xwe derketin qadan û bi çalakiyan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Kurdistaniyan di çalakiyan de anîn ziman ku Rêberê Tevgera ku dijminê mirovahiyê DAIŞ’a tevahî cîhan dixist metirsiyê xelas kiriye, nabe ku were tecrîdkirin.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre y ê Swîsreyê bi tevlîbûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hate şermezarkirin.

Hevberdevka demê ya TJA-E Rabîa Baldemîr ji girseyê re axivî û anî ziman ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya tevahiya Rojhilata Navîn e û wiha got: “Îro Paradigmaya jina azad ya Rêber Apo ji bo tevahiya gelê cîhanê û jinan bûye hêvî.“

‘EM Ê PIŞTEVANIYA BI KURDAN RE BIDOMÎNIN‘

Li ser navê Şaredariya Cenevrê ji Pariya Keskan Alfonso Gomez jî axivî û got: “Di çarçoveya peymana Mafê Mirovan de divê em cihê xwe ligel civaka tê cewîsandin de de bigrin. Em ê piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re berdewam bikin.“

‘KOMKUJIYA PARÎSÊ‘

Gomez di berdewama axaftina xwe de bibîrxist ku salvegera komkujiya Parîsê nêz dibe û wiha got: “Di 9’ê Çileya 2013’an de li payîtexta Fransa Parîstê sê jinên Kurd ên bi navê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz hatin qetilkirin. Ên ku ev komkujî pêkanîn di holê de ne. Dewleta Fransa divê vê komkujiyê ronî bike. Em carek din berpirsyariyên vê dewletê li bîra wan tînin.“

‘DIVÊ EWROPA PKK’Ê JI LÎSTA TERORÊ DERXE‘

Parlamenterê Federal ê Partiya Sosyalîst Laûrance Fehlmann jî axivî û xwest Ewropa PKK’ê ji lîsteya terorê derxe û wiha got: “Li ser erdnîgariya Kurdistanê bi awayek vekirî çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ligel çekên kîmyewî tên bikaranîn jî NY û saziyên berpirsyar xwedî li  peywîra xwe dernakeve. Em ê piştevaniya xwe bi gelê Kurd re bidomînin. Şertê bingîn ê ku Rojhilata Navîn di nava aştiyê de bijî azadiya Abdullah Ocalan e.“

Piştî axaftinan girse bi dirûşmeyên  li pêngava “Dem Dema Azadiyê ye“ xwedî derkeve ber bi navenda Navîgatîonsê ve meşiya.

 FRANKFURT

Li bajarê Frankfûrt yê Elmanyayê jî girseya bi boneya 10’ê Kanûnê Heftiya Mafê Mirovan meşiyan jî bal kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Girseya meşiya daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Garîbe Gezer ya ku di girtîgehê de hate qetilkirin hildan.

Meşa ku ji navenda îstasyona trena Frankfûrtê dest pê kir, li qada Alte Operê veguherî mîtîngê. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî“ û “Faşît Tirkiye“ hatin berzkirin. Girseya tim dirûşme berz dikirin bi dirûşmeya “Bijî berxwedana gerîla“ gerîlayên azadiya Kurdistanê silav kirin.

BREMEN

Li Bremenê jî Kurdistanî bi boneya Roja Azadiya Abdullah Ocalan meşiyan. Girseya ku di saet 17.33’an de li Zîegenmarkê hatin ba hev ligel rewşa hewayê ya sar jî meşiyan.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên siyasî meşek hate lidarxistin.

Di dema meşê de ku li taxa Altonayê dest pê kir, polîsên Elman bi hinceta ku alên YPG û YPJ'ê qedexe ne, hewl dan provokasyonê bikin. Ev nêzîkatî ji aliyê Kurdistaniyan ve hate şermezarkirin.

Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Emîn Ruha di destpêka meşê de axivî û diyar kir ku helwesta provokatîf a polîsên Elman xizmetê ji zîhniyeta Erdogan re dike û destnîşan kir ku di her şert û mercî de wê xwedî li Rêberê xwe derkevin.

Emîn Ruha ragihand ku wê tecrîda li ser Abdullah Ocalan ti carî qebûl nekin û got, heta azadiya Ocalan wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî Ocalan", "Bijî piştevaniya şoreşgerî" hatin qîrîn.

Meş li ber sirûdan heta taxa Srenschanzeyê dewam kir.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeux yê Fransayê jî bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan meşek girseyî hate lidarexistin.