Kurdistaniyên li Bernê êrîş protesto kirin
Kurdistaniyên li Kantona Bernê dijîn, li ber Balyozxaneya Fransa hatin ba hev û êrîşa li Parîsê protesto kirin.
Kurdistaniyên li Kantona Bernê dijîn, li ber Balyozxaneya Fransa hatin ba hev û êrîşa li Parîsê protesto kirin.
Piştî êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, banga lidarxistina çalakiyên lezgîn hat kirin. Kurdistaniyên li Kantona Bernê yê Swîsreyê dijîn, li ber Balyozxaneya Fransa hatin ba hev.
Kurdistaniyan alên KCK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hildan.
Kurdistaniyan dirûşmeyên “Kujer Erdogan” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kirin. Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Bernê Mîne Çetînkaya axivî. Çetînkaya diyar kir ku bi êrîşa hat kirin, xwestin ku çavê Kurdan bitirsînin û anî ziman ku ev êrîş ji êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan tê kirin, ne qut e. Çetînkaya bal kişand ser salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û got: “Ne tesaduf e ku di van rojên em amadekariyên çalakiyên ji bo protestokirina qetilkirina 3 hevrêyên jin a li Parîsê, dikin de komkujiyek wiha pêk bê. Tevî êrîşên wan jî em ê xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Eger Fransa bertek nîşanî qetilkirina 3 jinan daba, îro ev êrîş nedihat kirin.”
Piştî axaftina Çetînkaya, metna daxuyaniyê hat xwendin.
Piştre siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay axivî. Atalay destnîşan kir ku hêza li pişt vê komkujiyê, dewleta Tirk e û got: “Kurd li ku derê dibin xwedî destkeftî, dewleta Tirk êrîşê wir dike. Kurd derkevin ser heyvê jî, wê dewleta Tirk êrîşê wir jî bike. Dewleta Tirk dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan, bi awayek eşkere tîne ziman. Lewma yê êrîş pêk anî Fransî jî be, Elmanî jî be, tiliya dewleta Tirk di nav de heye.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.