Kurdistaniyên li Awûstûryayê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin
Çalakiya Berxwedana Neteweyî li bajarê St. Polten ê Awûstûryayê hate lidarxistin.
Çalakiya Berxwedana Neteweyî li bajarê St. Polten ê Awûstûryayê hate lidarxistin.
Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê St. Polten ê Awûstûryayê di çalakiya Cejna Berxwedana Neteweyî de li hev kom bûn ku bi wesîleya salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê hate lidarxistin. Çalakî bi dirûşma "Jiyana Komunal, Kurdistana Demokratîk" pêk hat û ji bajarên Viyana, Graz, Linz û Innsbruckê tevlîbûn çêbû.
Kurdistanî bi kincên xwe yên herêmî tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan, nûnerên Meclîsa Jinê ya Avesta û DemKurdê li ser pêvajoyê nirxandin kirin. Nûneran xwestin, tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û azadiya wî pêk were.
Di çalakiyê de Kawa Ûrmiye, Nûarîn, Hozan Comerd, Diyar Gerîla, Koma Dem û Koma Dengê Bêzar hunera xwe pêşkêş kirin.
Standên pirtûk û xwarinê yên li qada pîrozbahiyê hatin danîn gelekî bal işandin.
Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.