Kurdên Rûsyayê Newroz pîroz kirin
Kurdên Krasnodarê ya Rûsyayê li hêwana Opera Plasê Newroz pîroz kirin.
Kurdên Krasnodarê ya Rûsyayê li hêwana Opera Plasê Newroz pîroz kirin.
Kurdên ku li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê dijîn agirê Newrozê pêxistin. Kurdistaniyên ku li navenda bajêr a Krasnodarê hatin cem hev, bi konsêrekê cejna Newrozê pîroz kirin.
Li hêwana Opera Plasê Kurdên Krasnodarê hatin cem hev û bi konserekê, Newroz bi coşî pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hate xwestin, hate diyarkirin bi têkoşîna ku Ocalan beriya niha bi 50 salî dayî destpêkirin Kurd ji nemanê xilas bûne.
Li ser navê Kurdên Krasnodarê Endamê KNK'ê Feyzo Husenovîç, li ser navê Tevger Jinana Rûsyayê Sinem Broeva û sereokê Okrganîsasyona Medyayê ya Kurdên Krasnodarê Têlman Kaçax axivîn. Di axaftinan de ahte gotin têkoşîna azadiya Kurd bi her Newrozê re vedije û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan, li gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê pîroz kirin.
Piştî axaftinan Hozan Diyar, stranbêjên herêmî Ahmed standin. Her wiha koma folklorê Kulîlkên Rojê goven gerand û Bêrîvan bi muzîk û stranên xwe coşa gel rakir.