Kurdên Rûsyayê: Em Kujer û hevkaran nas dikin
Saziyên Kurdan daxuyaniyeke nivîskî li ser komkujiya li Parîsê da û destnîşan kir ku vîna gelê azadîxwaz bi tu êrîşê naşike.
Saziyên Kurdan daxuyaniyeke nivîskî li ser komkujiya li Parîsê da û destnîşan kir ku vîna gelê azadîxwaz bi tu êrîşê naşike.
Saziyên ku nûneriya Kurdên li Civakên Dewletên Serbixwe û Rûsyayê dikin, Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û Rêxistina Êzdîxanê, li ser komkujiya li Parîsa paytexta Fransayê ku 23’yê Kanûnê pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî da û komkujî şermezar kir.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
“Berî her tiştî em serê xwe li ber şehîdan ditewînin. Sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd re dixwazin. Êşa wan parve dikin û dibêjin xwîna wan, wê li erdê nemîne. Em hêvi dikin ku yên di vê êrîşê de birîndar bûne, bi lez û bez baş bibin. Em Kurd êdî kujer û hevkarên wan nas dikin. Li navenda Parîsê ev ne cara yekem e ku bi awayekê hovane êrîş li Kurdan tê kirin. Beriya deh salan jî bi êrîşeke bi heman awayî sê jinên têkoşer li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Bêdengiya we her carê cesaret da dewleta Tirk a dagirker û kujer ku sonda tunekirina Kurdan daye.
Em gelê diasporayê ji wan çirokan bawer nakin. Jiyana Kurdekî ne erzan e û wê hesab bê pirsin.
Em saziyên Kurdan ên li Rûsya û Civakên Dewletên Serbixwe, van êrîşên hovane bi tundî şermezar dikin û em di vê bîr û baweriyê de ne ku wê vîn û hêza azadiyê ya gelê me neşike.“