Kurdên li Evûstûryayê wê di Newrozê de werin ba hev

FEY-KOM’ê bernameya Newrozê li Evûstûryayê eşkere kir û banga tevlêbûnê li gel kir.

FEY-KOM’ê bernameya Newrozê li Evûstûryayê eşkere kir.

Di daxuyaniya FEY-KOM’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di vê Newrozê de wê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û têkoşîna ku girtiyên azadiyê li girtîgehan didomînin, were geşkirin. Vê asta ku felsefeya Rêber Ocalan û têkoşîna azadiya Kurdan gihiştiyê, sempatî û piştgiriya gel di vê Newrozê de wateyeke girîng werdigire.

Gelê me di vê Newrozê de wê yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bike û ji bo parastina destkeftiyên xwe wê li hemberî mêtingerî û dagirkeriyê li qadan be. Di 20’ê Adarê de wê li gelek qadên Evûstûryayê agirê azadiyê were vêxistin.

BERNAMEYA NEWROZÊ

Bregenz

20 Adar, Saet: 14.00

Bundesstrasse 20 6923 Lauterach

Viyana

26 Adar, Saet: 14.00

Gasometer

Graz

27 Adar, Saet: 14 .00

Puchstrasse47 8020

Innsbruck

2 Nîsan, Saet.15.00

Herzog Siegmund.ufer 15 6020

Linz

3 Nîsan, Saet.14.00

Volkshaus uhlandgasse 5 4020.