Kurdên ku xwestin ji Londonê biçin Parîsê hatin destgîrkirin
5 kesên ku ji bo tevlî merasîma cenazeyê 3 aktîvîstên Kurd bibin ji Londonê bi rê ketin û xwestin xwe bigihînin Parîsê, ji aliyê polîsên Îngilîz ve hatin destgîrkirin.
5 kesên ku ji bo tevlî merasîma cenazeyê 3 aktîvîstên Kurd bibin ji Londonê bi rê ketin û xwestin xwe bigihînin Parîsê, ji aliyê polîsên Îngilîz ve hatin destgîrkirin.
Rêveberên Navenda Civaka Kurd û Tevgera Jinên Kurd ên ji bo tevlî merasîma li Parîsê bibin ji Londonê bi rê ketin, li Tunela Folkestone Euro ji aliyê polîsên Îngilîz ve hatin destgîrkirin.
Wesayita ku rojnamevana Kurd Dîren Dîcle Erden, Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd a Londonê Turkan Bûdak, Baran Kasakol, ji Melcîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal û Berdevka Tevgera Jinên Kurd Bîrsen Poyraz tê de bûn, bi îdîaya "gumana terorê" piştî kontrola pasaportê hate rawestandin.
Piştî li wesayitê geriyan, aktîvîstên Kurd hatin destgîrkirin û alavên wan hemû hatin desteserkirin.
Pirsên "Hûn piştgiriyê didin şermezarikrinê?", "Çima êriş li wan hate kirin", "Îstîxbarata Tirk ev bûyer kir?" li Kurdên hatin destgîrkirin, hatin pirsîn.
Aktîvîstên Kurd piştî 6 saetan hatin berdan.