Kurdên Ewropayê êrîşa Parîsê protesto dikin - BLOGA ZINDÎ

Kurdên li welatên Ewropayê dijîn li dijî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 Kurd têde şehîd bibûn, daketin qadan û komkujî protesto kirin.

Kurdên li welatên Ewropayê dijîn li dijî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 Kurd têde şehîd bibûn, daketin qadan û komkujî protesto kirin.

22.23

MONTPELLÎER

Komkujiya li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat kirin, li bajarê Montpellîer ê Fransayê hat protestokirin.

Ji Partiya Çep a Fransayê Parlamenter Nathalîe Ozîol tevlî çalakiyê bû.

Kurdistaniyên li ber avahiya Walîtiya Montpellîerê hatin ba hev, heta qada Comedy meşiyan.

Kurdistaniyan alên PKK’ê hildan û bê navber dirûşmeya “Kujer Erdogan” berz kir.

Nathalîe Ozîol daxuyaniyek da û got ku ew ê her tim bi têkoşîna gelê Kurd re bin û wiha bilêv kir: “Kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bê rêzdarî bi bîr tînin. Şifayê ji birîndaran re dixwazim.

Piştî axaftinê girse ji qada Comedy’ê ber bi Navenda Çanda Kurd a Montpellîerê ve çû.

AVIGNON

Li bajarê Avîgnon ê Fransayê, Kurdistaniyan hêrsa xwe bi meşek girseyî anîn ziman.

Girseyê di meşê de dirûşmeyên “Kujer Erdogan” berz kirin û destnîşan kirin ku heta ku kujer tên dîtin, wê li qadan bin.

22.14

SAARBRUCKEN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, li dijî komkujiya li Parîsê rabûn ser pêyan.

Mîtînga ku li ber Eûropa Galerîeyê destpê kir, ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di daxuyaniya hat dayîn de bang li hikûmeta Fransa hat kirin ku komkujî bê ronîkirin, darizandinek adilane bê kirin.

Di çalakiyê de bang li hemû Kurdistaniyan kir ku tevlî çalakiya protestoyî ya sibe li Parîsê, bibin.

21.56

NANCY

Li bajarê Fransa Nancyê li qada Place Magînotê, bi banga rêxistina ciwanan a sosyalîst Yoûng Strûgleyê û tevlêbûna saziyên demokratîk, komkujiya îro li Parîsê li dijî Kurdan hat kirin, hat protesotkirin.

Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Em komkujiya li Parîsê li dijî gelê Kurd hatî kirin, nelet dikin û em ê teqez hesabê ji berpirsyaran bi pirsin.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Şehîd namirin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bijî piştevaniya enternasyonal” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin û alên partî û rêxistinên PKK, MLKP, AVEG-KON, Yoûng Strûgle (YS), SKB Nancy, Nancy NÇE (Navenda Çanda Elewiyan) hatin hildan.

21:51

BIELEFELD

Qetilkirina 3 Kurdên li Parîsê li bajarê Elmanya Bîelefeldê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Tevî barana zêde jî Kurdistaniyên ku saet di 17'an de li ber stasyona trenê ya navendî hatin ba hev, ji bo Kurdistaniyên di komkujiyê de şehîd bûne bi deqeyek rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiya ku ji Tirkiyeyê jî komên çep-demokratîk û Kurdistanî beşdar bûn de, li ser navê DTKM Bielefeldê Hasan Ozden axaftinek kir. Ozden di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Îro li navenda Ewropayê Kurd rastî êrîşê hatin. Dixwazin me bitirsînin. Divê her kes, cîhan, NATO, YE û dostên Tirkiyeyê bizanin ku hûn nikarin hêza me ya birûmet û bi hêz bidin sekinandin û tune bikin.“

Ozden diyar kir ku destê Fransa di komkujiya Parîsê de heye û bang li her kesî kir ku tev li çalakiya li Parîsê bibin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehit namirin” ^y “Biji Serok Apo” bi dawî bû.

21:28

KASSEL

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Kassel ê Elmanyayê li ber şaredariyê li hev civiyan û ji bo komkujiya Parîsê şermezar bikin çalakiyek li dar xistin. Girseya gel ji vir heta qada Am Sternê meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmeyên li dijî Komkujiya Parîsê hatin berzkirin.

Çalakî bi banga tevlêbûna çalakiya ku wê sibe li Parîsê bê lidarxistin bi dawî bû.

21.22

FRANKFÛRT

Kurdistaniyên li Frankfûrtê dijîn, li ber îstasyona trenê ya navendî hatin ba hev û komkujiya li Parîsê pêk hat, şermezar kirin.

Kurdistanî û dostên wan li vir daxuyanî dan û diyar kirin ku ji ber hesabê komkujiya 10 sal berê nehat pirsîn, îro komkujiya wiha pêk hat. Çalakger ji îstasyona trenê heta qada Konstablerwacheyê meşiyan û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Sara, Rojbîn, Ronahî jin jiyan azadî” berz kirin.

21.20

GRAZ

Kurdistanî û Komîteya Solîdat li Haûptbahnhof a bajarê Graz ê Avûtûryayê hatin ba hev û êrîşa hovane ya li Parîsê li dijî Kurdan hat kirin, bi mîtîngekê protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî piştevaniya enternasyonal”, “Terorîst Tirkiye”, “Kujer Erdogan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û peyam hatin dayîn.

Di çalakiyê Halîs Sever axivî. Server êrîşa li Parîsê şermezar kir û got ku dewleta Fransa hevkarê sûcên dewleta Tirk e. Çalakî bi banga tevlêbûna çalakiya protestoyî ya sibe li Parîsê, bi dawî bû.

21.16

LONDON

Kurd û dostên wan ên li Londonê dijîn, komkujiya li Parîsê li hemberî Kurdan hat kirin, protesto kirin û gotin: “Ev nemerdane ye.”

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, Kurd û dostên wan li ber Îstasyona Kîng Cross a navdar hatin ba hev. Rêxistinên MLKP, Gîk-Der û Elewî tevlî çalakiyê bûn. Girseyê bertekên tund nîşanî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û rayedarên Fransayê da û pankart û dovîzên “Kujer Erdogan”, “Fransa dawî li qirkirina Kurdan bîne”, “Faşîst Erdogan” û “Ji komkujiyê re bêdeng nemîne” hildan.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bimire faşîzm”, “Dewleta Tirk a faşîst”, “Kujer Erdogan”, “Şerm bike Fransa”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal û Turkan Bûdak axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de, Komkujiya 2’emîn a Parîsê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku divê saziyên navneteweyî li dijî dewleta Tirk a dagirker, bikevin tevgerê. Di axaftinan de hat diyarkirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk, rê li ber komkujiyên bi vî awayî vedike û hat gotin ku divê helwest li hemberî dewleta Tirk a faşîst bê nîşakirin.”

Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

21.10

KÎEL

Bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Kîel ê Elmanyayê hatin ba hev, çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Defend Kurdistan, li ber Îstgeha Trenan a Navendî ya Kîelê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de êrîşa bi ser Navenda Çandê ya Kurd û dikandarên Kurd li Parîsê, li Nurnberga Elmanyayê girtina bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û malên Kurdên welatparêz de û destgîrkirina endamê KNK’ê Tahir Koçer, hatin protestokirin.

Di axavtinên hatin kirin de hat destnîşankirin ku divê dewleta Elman dev ji polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan berde.

Îşaret bi qetlîama li Parîsê hat kirin û hat gotin ku tiliya dewleta Tirk a faşîst di vê êrîşê de ye û divê dewletên rojavayî hew xwe li nedîtinê, nebihîstin û nezanînê deynin.

21:07

BREMEN

Kurdistaniyên li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn bi boneya protestokirina Komkujiya Parîsê daketin qadan û komkujî protestokirin.

Kurdistaniyên ku li ber stasyona trenê ya navendî ya Bremenê hatin ba hev, êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kirin û xwestin ku demildest berpirsyarên komkujiyê bên eşkerekirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Eger faîlên komkujiya Parîsê ya sala 2013'an bihata ronîkirin îro komkujiyeke bi vî rengî pêk nedihat. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistiye, kujer ji girtîgehê derdikeve û piştre jî ev komkujî pêk aniye. Di girtîgehê de bi kê re hevdîtin pêk aniye, çi muzakere hatine kirin, divê ev hemû bên zelalkirin. Tenê bi vî awayî dewleta Fransa dikare ji şirîkatiya vê komkujiyê rizgar bibe.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

21.04

AMSTERDAM/DEN HAAG/ARHEM

Li bajarê Den Haag, Arhem û payîtexta Hollanda Amsterdamê êrîşa bi ser Kurdan a li Parîsê hat protestokirin.

Di çalakiya li ber Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ya li Den Haag, Konsolosxaneya Fransayê ya li Amsterdamê û Gara Navendî ya li Arhemê hate lidarxistin de, banga tevlêbûna çalakiya sibe li Parîsê bê lidarxistin hate kirin.

20.57

VIYANA/GRAZ

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê Kurd û enternasyonalîst, li ber sefaretxaneya Fransî hatin ba hev. Di heman demê de Kurd û enternasyonalîstên li Grazê, li ber îstasyona trenê çalakî li dar xist.

Li ber sefaretxaneyê FEY-KOM, Dem-Kurd û Defend Kurdistan axivîn. Di axaftinan de qala têkîliya komkujiyê ya bi salvegera qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî hat kirin.

Hat destnîşankirin ku bêeleqedariya rayedarên Fransî ya têkildarî lêpirsîna êrîşa faşîst a 2013’ê li Parîsê pêk hat, wêrekiyê dide dewleta Tirk ku polîtîkayên xwe yên terorê yên li hemberî Kurdan, li Ewropayê belav bike.

Bi sedan kes, li ser Ringê ji Schwarzenbergplatzê heta Heldenplatzê meşiyan.

Di dema xwepêşandanê de dirûşmeyên “Sara, Rojbîn, Ronahî! Jin jiyan azadî” û “Komkujiya li Kurdistanê bisekinînin” berz kirin.

20.49

LÛZERN

Kurdistaniyên li bajarê Lûzern ê Swîsreyê dijîn, li Bahnhofplatzê hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin. Piştî axaftina li ser navê CDK’ê hat kirin, metna daxuyaniya bi Elmanî hat xwendin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî komkujiyê, bi dawî bû.

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, ji bo biçin paytexta Fransa Parîsê ku wê çalakî lê bê lidarxistin, wê îşev bi rê bikevin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsre (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) banga tevlêbûna meşa navendî ya li Parîsê kir.

Cih û dema birêketina wesayîtan, wiha ye:

Li Zurîhê saet 23.00’an Steînwîesenstrasse 1,8952, Schlîeren

Li Bernê Fîschermattelîstrasse 6, 3008, Bern

Li Baselê saet 24.00’an Elsasstrasse 215, 4056, Basel

Li Aaraûyê saet 24.00’an Sagestrasse 46, 5600, Lenzbûrg

20.42

SOLOTHÛRN

 Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê Kurdistanî, li ber îstasyona trenê ya navendî hatin ba hev û komkujiya li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat kirin, protesto kirin. Piştî daxuyaniya bi Elmanî ya li ser navê CDK Solothûrnê hat xwendin, çalakî bi banga tevlêbûna çalakiya ku sibe wê li Parîsê bê lidarxistin, bi dawî bû.

20.40

ST. GALLEN

Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) çalakiyek li Kornhaûsplatzê hat lidarxistin. Saziyên siyasî û civaka sivîl ên Swîsreyî piştgiriya çalakiyê kir.

Di çalakiyê de metnekê bi Elmanî ji bo çapemeniyê hat xwendin. Zeynel Aslan ku li ser navê CDK’ê axivî, ev tişt gotin: “Kurd li Rojhilata Navîn û Kurdistanê jiyaneke nû ava dikin; gladyoyên dinyayê pê aciz dibin. Diyarkirina çarenûsa xwe ya Kurdan û hewila wan a ji bo azadiyê, ji bo wan dibe gef. Lê çiqas jî rastiya Kurdan qebûl nekin Kurd li her derê ne û her kes Kurdan nas dike û gelên cîhanê piştgirên gelê Kurd in. Çima? Lewre Kurd daxwaza jiyaneke nû dikin, azadiya gelan ji xwe re dikin esas. Lewma konsepteke nû li dijî Kurdan tê çêkirin. Konsepta qetlîama Parîsê jî ji vê konseptê ne qut e. Lê em ji Zindana Amedê, Zap û Metînayê dizanin; çi jî bibe em ê dev ji têkoşînê bernedin. Em ê vê konseptê jî birûxînin û bi ser bikevin.“

Çalakî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

20.36

LOCARNO

Kurdistaniyên li bajarê Locarno yê kantona Bellînzona ya Swîsreyê, li qada Pîazza Grande hatin ba hev û êrîşa berpêyî Kurdan a li Parîsê protesto kir.

Hevserokê CDK’ê Recep Akkamiş li ser navê girseyê axavtinek kir. Akkamiş îşaret pê kir ku êrîşa li Parîsê, dewama êrîşên qirkirinê yên berpêyî Kurdan e.

Bi metinekê Elmanî yê ji bo çapemeniyê, qetlîam hat protestokirin û çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

20.30

BASEL

Kurdên Baselê dijîn li dijî Komkujiya Parîsê daketin qadan û komkujî protestokirin.

Saziyên şoreşger û rêxistinên sivîl ên ji hemû pêkhateyan bi banga Meclîsa Jinê ya Ronahî ya ji bo çalakiya lezgîn hatin ba hev û heta Claraplatzê meşiyan.

20.25

CENEVRE

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) bi pêşengiya rêxistinên sivîl ên Swîsreyê li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de alên PKK û KCK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Komkujiya 2013’an a li Parîsê di 2022’an de berdewam dike” hatin hildan.

Li ser navê CDK’ê Sitkî Demîr axivî û diyar kir ku gelê Kurd berpirsyarên komkujiyê baş nas dike û got: “Zîhniyeta ku 9 sal berê di sala 2013’an de li Parîsê 3 jinên Kurd qetil kir, dest ji êrîşa li ser gelê Kurd bernade. Berpirsiyarê van qetlîaman bi qasî hêzên kujer dewleta Fransayê ye."

Demîr anî ziman ku heta komkujî neyê ronîkirin û bersûcên rastî bên eşkerekirin dê li qadan bin.

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan meşiyan.

20.21

KOLN

Kurdistaniyên li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê li Bahnhofplatzê hatin ba hev, komkujiya li Parîsê protesto kirin. Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin, hat destnîşankirin ku di dema nêzbûna salvegera komkujiya li hemberî sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hat kirin de, li Parîsê komkujiyek din ji aliyê heman hêzan ve hat kirin.

Hevseroka Kon-Medê Zubeyde Zumrut axivî û wiha got: “Em kujer û dijminên xwe baş nas dikin. Bi salan êrîşê jinên Kurd, sivîl û gelan kirin. Di dema nêzbûna salvegera komkujiya li hemberî heval Sara, heval Rojbîn û heval Leyla hat kirin de, vê sibehê li Parîsê komkujiyek heman pêk hat. Divê bê zanîn ku ev êrîş li komeleya me hat kirin. Divê gelê Kurd û dostên wê li dijî vê yekê, bêdeng nemînin.”

Parlamentera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan jî wiha axivî: “Îro nêzê saet 12.00’an li Parîsê, komkujiyek din pêk hat. Em yên komkujî pêk anîn û hêzên li pişt wê şermezar dikin.”

Hunermend Beser Şahîn, Ozan Canê û Hevseroka AVEG-KON’ê Serpîl Arslan jî têkildarî komkujiyê ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

Beser Şahîn wiha got: “Komkujiyên wiha, êrîşên organîzekirî yên bi destê MÎT a Tirk tê kirin. Ev bawer dikim ku baş di ferqa rolê dewleta Fransa û Ewropayê, ya di vê komkujiyê de ne.”

Ozan Canê jî diyar kir ku ew îro dîsa di nava êşek mezin de ne û car din agir bi dilê Kurdan ket û got: “Ez dewleta Fransa û dewletên Ewropayê şermezar dikim. Ji komkujiya heval Sakîne wan re, bêdeng man. Divê gelê Kurd hesab ji dewleta Fransa bipirse.”

Serpîl Arslan jî axivî û wiha got: “Dema ku em salvegera komkujiya li hemberî Sakîne Cansizan û salvegera komkujiya Rosa Luksemburg-Karl Lîebknechtler de, amadekariyên bîranîna wan dikin, meha Kanûnê belavî xwînê bû. Eger hesabê komkujiya Parîsê hatiba pirsîn, kesên komkujî kirin hatiba eşkerekirin îro ev komkujî pêk nedihat.”

20.07

NURNBERG

Hevserokên FED-GEL’ê, ADGB û dostên Kurdan ên Elman, êrîşa li ser Navenda Çandê ya Kurd û dikandarên Kurd a li Parîsê, girtina bi ser Navenda Civakê ya Kurd a Demokratîk a Nurnbergê û malên welatparêzên Kurd û destgîrkirin endamê KNK’ê Tahir ji aliyê polîsên Elman ve, protesto kirin.

Nûnerên saziyan di çalakiya protestoyî de yek bi yek axivîn û xwestin ku dewleta Elman dev ji polîtîkaya krîmînalîzekirinê ya berpêyî Kurdan berde û Tahir Koçer bê berdan.

Di çalakiyê de bal kişandin bi ser qetlîama Parîsê û wiha hat gotin: “Ne yê ku qetlîam kiriye lê qetlîam ji aliyê kê ve hatiye organîzekirin, ew giring e. Kurd û dostên xwe baş dizanin ku berpirsê qetlîamê Erdoganê faşîst û desthilatdariya xwe ne.“

19.55

STUTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, li paytexta Fransa Parîsê, êrîşa çekdarî ya li dijî Komeleya Çanda Kurd hat protestokirin û kesên di êrîşa komkujiyê de şehîd bûne, hatin bîranîn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Şehit namirin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil“, “Bijî piştevaniya enternasyonal” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Di çalakiyê de alên PKK, MLKP, AVEG-KON, Partîzan, ATÎK û YDG’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Îro ji êrîşa hovane ya ku li paytexta Fransa Parîsê li dijî Kurdan pêk hat. Di êrîşa çekdarî ya li dijî Kurdan de 3 kes şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn."

Piştî axaftinan girseya gel bi dirûşmeyan dest bi meşê kir.

19.44MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê mîtîngeke protestoyî hat lidarxistin. Gelê ku li Wassertûrmê hat ba hev, îşaret pê kir ku êrîş ne birasthatinî ye û wiha got: “Êrîşkarê hêj nû ji girtîgehê derketiye, bi cebilxaneya di çenteyê xwe de êrîşê Komeleya Çandê ya Kurd û kargehê Kurdan kiriye. Ev nîşaneya planekê organîzekirî yê dewleta Tirk e.“

Di mîtîngê de bang hat kirin hemû Kurdên li Ewropayê û dostên wan sibehê biçin Parîsê û mîtîng bi berzkirina diruşima “Şehîd namirin“ bi dawî bû.

19.37

BERLÎN

Li Berlîna paytexta Elmanyayê, êrîşa berpêyî Navenda Çandê ya Kurd a û dikandaran a li Parîsê, hat protestokirin.

Kurdistaniyên bi banga Meclîsa Jinan Dest Dan û Meclîsa Nav-Berlînê hatin ba hev, bi tevlêbûna Tirkiyeyî û enternasyonelan mîtîngeke protestoyî li dar xist.

Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li mîtîngê bûn. Di mîtîngê de wiha hat gotin: “Kiryarên êrîşa li Parîsê li ber çavan in. Bi derneketina holê ya kiryar û kujerên Sara, Rojbîn û Ronahiyê, rê li ber van êrîşan vebû.“

Gava çalakiyê, bêyî navber dirûşmên “Sara, Rojbîn, Ronahî, jin, jiyan, azadî“ û “Bimire xiyanet“ hatin berzkirin.

19.07

HANNOVER

Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber Hauptbahnhof a bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev, êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û kargehên Kurdan ên li paytexta Fransa Parîsê şermezar kirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Tolhildan", "PKK", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

19.00

DARMSTADT

Kurdistaniyên li qada Lûîsentplatz a bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hatin ba hev, êrîşa li Parîsê bi mîtîngekê şermezar kir.

Kurdistaniyan diyar kir ku êrîş bi fermana Erdogan û Suleyman Soylû hatiye kirin û bang li gel kir ku sibehê biçe Parîsê û li şehîd û birîndaran bibe xwedî.

18.46

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistanî li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev û komkujiya faşîst a li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya hat kirin, şermezar kir.

Di axaftina hat kirin de, ev tişt hatin destnîşankirin: “Gelê Kurd wê li dijî van komkujiyan bêdeng nemîne û em qebûl nakin. Bila hemû cîhan û raya giştî bizane ku ev êrîş ji polîtîkayên dewleta Tirk ne qut e. Êrîş ji ku derê tê bila bê, dewleta Tirk bi polîtîkayên şer ên qirêj ku li dijî gelê Kurd dimeşîne, li her derê êrîşê Kurdan û kesên rewşenbîr dike. Dewleta Tirk bi artêş, polîs û çeteyên mîna DAÎŞ’ê ku berhemê wan bi xwe ye, polîtîka û şerê toyekûn ê li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd, dihilgire qadên navneteweyî. Dewleta kujer a ku 2013’an li heman bajarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kir, bi heman motîvasyonê îro dîsa komkujiyek din pêk anî. Eger dewleta Fransa ev komkujî bi hemû aliyan ve derxistiba holê, îro ev komkujî pêk nedihat.”

Di dema axaftinê de bê navber dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Em komkujiyên lîderê DAÎŞ’ê Erdogan ên li Parîsê pêk anî protesto dikin”, “Bêdeng nemîne” û “Hingê ku bêdeng bimînî, wê hîn zêdetir komkujî çêbibin” hatin berzkirin.

Girseyê di serî de Fransa bang li Yekîtiya Ewropa û welatên din kir ku li dijî van komkujiyên faşîst û hovane yên li dijî gelê Kurd tê kirin, peywira xwe bi cih bînin.

18.42

HELSÎNKÎ

Li bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê jî gelê ku bi qetlîama li Parîsê hisiya, hat ber Sefaretxaneya Fransayê. Bi daxuyaniya ku li ber sefaretxaneyê hat dayîn, banga eşkerekirina hêza li pişt qetlîamê hat kirin. Qetlîam, bi berzkirina dirûşman hat şermezarkirin. 

18.38

LÎMASOL

Ji bo protestokirina komkujiya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, hatin ba hev û meş û mîtîng li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos a Lîmasolê hatin ba hev û ji vir meşiyan. Di meşê de alên PKK, HPG, YPG, YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan û dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Dewleta Tirk a faşîst”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Dîktator Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.

Meş li navenda bajêr veguherî mîtîngê. Di şexsê kesên ji Parîsê şehîd bûne de, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Lezgîn Serhat di mîtîngê de axivî û komkujî şermezar kir. Serhat diyar kir ku ev komkujiya îro hat kirin ne tesaduf e, bi zanebûn û organîzekirî hat kirin û got ku yên 9’ê Çileyê 2013’an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin, îro li heman bajarî bi heman awayî xwe eşkere kirin. Serhat destnîşan kir ku ji ber Komkujiya 9’ê Çileyê nehat ronîkirin, îro ev komkujî dîsa pêk hat.

Lezgîn Serhat daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Fransayê jî rexne kir û anî ziman ku daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Fransayê, sînyala veşartin û parastina faîlan dide. Serhat ragihand ku hikûmeta Fransayê divê demildest hêzên li pişt vê komkujiyê û yên bûne hevkarê komkujiyê, eşkere bike û got: “Eger ku ev yek nekirin, wê demê ev tê wateyê ku dewleta Fransayê li aliyên kesên komkukî pêk anî ye.”

18.30

FREÎBÛRG

Kurd û dostên wan li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina komkujiya li Parîsê, li qadan bûn.

Di çalakiyê de peyama “Em faîlên vê komkujiyê nas dikin. Teqez ne tesaduf e ku ev komkujî di salvegera 10’emîn a qetilkirina Sakîne Cansizan de, hatiye kirin. Yê ev komkujî pêk anî ne tenê yek kes e, em faîlê li pişt jî nas dikin û em ê hesab bipirsin. Heta ku em bersivekê digirin, em ê terka qadan nekin” hat dayîn.

18.26

GÎESSEN

Kurdistaniyên piştî banga tevger û rêxistinên azadiyê yên Kurd, li bajarê Gîessen ê Elmanyayê hatin ba hev, qetlîama li Parîsê protesto kir.

Di mîtînga bi pêşengiya DKTM ya Gîessenê hat lidarxistin de, gel daxwaza eşkerekirina hêzên li pişt qetlîamê kir û bang kir ku her kes sibehê biçe Parîsê ku qetlîam lê hat kirin.

18.20

ATÎNA

Kurd û dostên xwe yên li Atînayê, ji bo protestokirina êrîşa li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, ji Qada Syntagmayê pêşî meşiyan ber Sefaretxaneya Fransayê, ji wir jî meşiyan ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê.

Polîsên Yewnan, ber li girseyê girt ku gihîşt ber Sefaretxaneya Fransayê. Girseyê, bi berzkirina diruşiman û çepikan li xwepêşandanê dewam kir. Polîsan, bi bombeyên gazê êrîş bir ser girseyê. Polîsan, daxwaza belavbûnê li girseyê kir lê gel di lidarxistina çalakiyê de bi israr bû û ji cihê lê bû veneqetiya û bi berzkirina diruşiman li xwepêşandanê dewam kir. 

Girseyê, bêyî navber diruşimên “PKK, tolhildan“, “Fransaya dîktator“ û “Erdoganê faşîst ê kujer“ berz kirin û diyar kir ta ku rê bê vebibe ew ê li ber meclîsa Yewnanistanê li xwepêşandanê dewam bike. Polîsan piştre rê vekir û hişt ku girse bimeşe ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê ve. 

Girse ku gihîşt ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê bi deqeyekê rêz ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê girt. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Navenda Çandê ya Kurd a Atînayê daxuyanî hat dayîn. Êrîş, bi daxuyaniyê hat şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyê, girseyê dirûşmên “PKK, tolhildan“ û “Şehîd namirin“ berz kirin û belav bû.

18.17

DORTMUND

Li Dortmûnd a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan saet di 17.00 de li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û komkujiya li Parîsê şermezar kirin.

Di çalakiyê de pankartên “Ewropa, li hemberî komkujî û bomberdûmana dewleta Tirk a li Kurdistanê bêdeng namîne!”, “Îxracata çekan û piştgiriya aborî ya ji bo dewleta Tirk dibe sedema qirkirina Kurdan” hatin vekirin.

Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di komkujiya li Parîsê de şehîd bûne dest pê kir, bertek nîşanî êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hat dayîn.