‘Kurd wek neteweyeke kêmar jî nehatine qebûlkirin’

Komên xwendekarên li Zanîngeha Lozanê, di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de, panela “Kurdistan û Şoreşa Rojava” li dar xist.

Di panelê de ku xwendekarên Zanîngeha Lozanê organîze kir, bi dehan xwendekar û beşdaran re niqaş li ser Kurdistanê, Şoreşa Rojava û Peymana Lozanê hat kirin.

Siyasetmedara Kurd Sevgî Koyûncû ku li panelê bû beşdar, got: “Kurd û gel di Lozanê de nîn bûne, bazariyên ji bo berjewendiyên dewletên serwer di Lozanê de hebûne” û diyar kir ku mafên bi Peymana Sewrê ji bo Kurdan hatine qebûlkirin, bi Lozanê hatine tunekirin, ji lew ma Lozan, ji bo Kurdan destpêka rêzeqetlîaman e.

Siyasetmedarê Kurd Hayrettîn Oztekîn jî behsa qetlîamên li dijî Kurdan ên ji sala 1923’yan ta bi niha kir. Oztekîn anî ziman ku ji bo mafên xwe yên di Lozanê de ji dest dane, bi dest bixin, sed sal in ku Kurd têdikoşin û wiha got: “Destpêka êrîş û qetlîamên sîstematîk ên ji Serhildana Şêx Seîd ta bi niha, Peymana Lozanê ye. Encamên vê peymanê ji bo Kurdan gelek giran in, Kurd wek neteweyeke kêmar jî nehatine qebûlkirin.”

Akademîsyena Zanîngeha Lozanê Dînah Gross, li panelê bal bir ser têkoşîna Kurdan û bi lêv kir ku di nav tariya Rojhilata Navîn de, veguherîneke zihnî ya mezin di nav pergala Rojava de heye û diyar kir ku li nav erdnîgariyeke ku feodalîzm û pirhevjînî tiştên asayî ne, li her gund û bajarokê hevserokatî heye, ji wê boneyê ye ku ev veguherîneke dîrokî ye.