Kurd daxwaza edaletê ji bo Şehîdên Parîse dikin - HATE NÛKIRIN - I

Qetilkirina sê aktîvîstên Kurd li Parîsa paytexta Fransayê, bi lidarxistina çalakiyan li gelek bajarên Ewropayê, careke din hat protestokirin û daxwaza edaletê hat kirin.

Li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyan ji bo Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil yên li Parîsa paytexta Fransayê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin û êrîşên bi destên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

MARSÎLYA

Piştî qetilkirina sê aktîvîstên Kurd li Parîsa paytexta Fransayê roja 23’yê Kanûnê, ji bo derxistina holê ya rastiyan û pêkanîna edaletê, li Marsîlyayê bêyî navber çalakî tên lidarxistin.

Kurdistaniyên li qada Vîeûx Port a bajêr hatin ba hev, nerazîbûyîna xwe nîşanê sûcdarkirina Wîlîam M. bi “hewildana kuştina bi nijadperestî“ da û ji bo derketina holê ya rastiyan bang li Wezaretê Edaletê ya Fransayê hat kirin.

Çalakî, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat lidarxistin.

Di çalakiyê de quncikek ji bo aktîvîstên 9’ê Çileyê 2013’an û 23 yê Kanûnê hatin qetilkirin, bi find û kulîlkan hat xemilandin. Hunermendên ku hevalên Mîr Perwer bûn, tembûrên xwe danîn quncikê şehîdan. Çalakgerên êlekên li ser “Jin, jiyan, azadî“ nivîsandi li xwe kir, pankartekê li ser “Tolhildana me wê bi destê jinan be“ daliqand.

Çalakî, roja sisêyan wê bi meşeke girseyî ku wê saet di 14.00’an de bê lidarxistin, bi dawî bibe.

ATÎNA

Li Atînaya paytexta Yewnanistanê, bi banga Navenda Çande ya Kurd a Demokratîk, TCŞ û TêkoJIN’ê, ji bo qetlîama li Parîse hat kirin, 11 şervanên azadiyê ku bi çekên kîmyewî li Zap’ê şehîd bûn, ji Qada Akademiyê heta ber Sefaretxaneya Tirk meş hat kirin.

Ji xeynê Kurdan, rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî û komên Yewnanistanî yên anarşîst, çepgir û sosyalîst jî tev li meşê bûn.

Girseyê sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin û 11 şervanên azadiyê ku bi çekên kîmyewî li Zapê şehîd bûn, alên PKK, KCK, TJK-E û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Erdoganê faşîst/terorîst“ berz kirin.

Li ber Sefaretxaneya Tirk, bi deqeyekê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê rêz hat girtin.

Mervan Dundar ku li ser navê Navenda Çandê ya Kurd a Demokratîk a Atînayê daxuyanî da, got: “23’yê Kanûnê li Parîsa paytexta Fransayê êrîşeke qirkirinê li Kurdan hat kirin. Hêj ku êrîşa sala 2013’an a li dijî sê jinên şoreşger eşkere nebûye, Parîs careke din bû bajarê ku Kurd lê hatin qetilkirin. Hin derdor her çiqas vê êrîşê bixwazin wek êrîşeke nijadperest nîşan bidin jî, em baş dizanin ku yê biryara vê êrîşê daye şefê faşîst Erdogan e. A ku plan kiriye û daye kirin jî MÎT bixwe ye.

Li gor daxuyaniyeke duh ji aliyê HPG’ê ve hat dayîn, 11 şervanên azadiyê bi çekên kîmyewî li Zapê şehîd bûne. Faşîzm, çiqas derbeyan li Zap, Avaşîn û Metînayê dixwe berê lûleyên çekên xwe dide sivîlan. Tiştê dikeve ser milê gelê Kurd ew e ku li şehîdên xwe û têkoşîna wan bibe xwedî, bibe xelek li dora sazî, partî û Rêbertiya xwe. Nexwe wê êrîşên wiha berdewam bibin. Ev bûyer ji hev û din qut in. Heke tu têkiliya Dewleta Fransayê bi êrîşê re nîn be bila demildest bûyerê eşkere bike.“

LOZAN

Kurdistanî û dostan wan ku êvarê li bajarê Lozan ê Swîsreyê, li Navenda Civaka Kurd hatin ba hev wêneyên şeş aktîvîstên li Parîsê hatin qetilkirin hildan û meşiyan.

Bi berzkirina dirûşmeyan daxwaza edaletê hat kirin. Girse ku gihîşt qada St. Laûrentê mîtîng li dar xist. Beriya mîtîngê ji bo bibîranîna yên di Qetlîama Parîsê ya duyemîn de jiyana xwe ji dest dane find hatin vêxistin û bi deqeyekê rêz hat girtin.

Hatîce Kandal li ser Meclîsa Jinan a Lajînê axavtinek kir û qurbaniyên qetlîamên Parîsê bi bîr anîn. Kandal got ku piştî qetlîama sala 2013’an, 10 sal bi şûn de heman polîtîka ketine dewreyê û wiha axivî: “Wê hesabê qetlîama sala 2013’an û 23’yê Kanûnê bê pirsîn. Em nahêlin dewleta Fransayê ser qetlîamê bigire. Di serî de jinên Kurd, em Kurdistanî terka qadan nakin.“

Hatîce Kandal diyar kir ku ew e tev li çalakiya navendî bibin ku wê 7’ê Çileyê sala 2023’yan bi armanca pirkirina daxwaza edaletê li dijî qetlîaman li Parîse bê lidarxistin û bang li hemû hêzên demokrasiyê kir.

BERLÎN

Bi meşa ku li Berlîna paytexta Elmanyayê hat kirin, Qetlîama Parîse ya 2’yemîn hat protestokirin. Bi sedan kesên bi banga Nav-Berlîn û Meclîsa Jinan a Dest-Dan’ê li Alexanderplatza Berlînê hatin ba hev, heta ber Balyozxaneya Fransî ya li Branderbûrger Torê meşiyan.

Meş, bi bibîranîna ji bo şehîdê Qetlîama Parîsê dest pê kir. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe“, “Bijî berxwedana PKK’ê“, “Biji Serok Apo“, “Zap, Avaşîn, Metîna, Bijî berxwedana gerîla“, “Jin, jiyan, azadî“, “Ey şehid xwîna te li erdê namîne“, “Sara, Rojbîn, Ronahî, jin, jiyan, azadî“, “Bijî piştevaniya enternasyonel“ û “Erdoganê faşîst“ hatin berzkirin.

Hevserokê Nav-Berlînê Erhan Firat, di axavtina ku kir de, îşaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir, siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp destnîşan kir ku qetlîama 10 sal berê li Parîsê hatiye kirin, nehatiye eşkerekirin. Di daxuyaniya li ser navê Înîsiyatîfa Jinên Ciwan a Zorayê hat dayîn de piştevanî û têkoşîna navneteweyî hat destnîşankirin.

Mehtap Erol ku li ser navê komîteya amadekar li ber Sefaretxaneya Fransayê axivî, ev pirs ji hikûmeta Fransayê kirin: “Ka edalet? Kiryar çek û ewqas gule ji ku peyde kirin? Bi çenteyekê tije cebilxane çawa ji mala xwe hat kuçeya ku êrîş lê pêk hat? Kiryar ji kû dizanî ku wê ji bo jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ji aliyê îstixbarata Tirk ve 9’ê Çileyê sala 2013’an li Parîse hatin qetilkirin, li seranserê Ewropayê xwepêşandan bên kirin? Êrîş çima beriya salvegera 10’emîn a qetilkirina sê jinên Kurd bi demeke kin pêk hat? Çima piştî êrîşa 9’ê Çileyê sala 2013’an tevdîra ewlehiya Kurdan nehat girtin? Kiryar siyasetmedara Kurd Emîne Kara nas dikir ku destpêkê ew kir armanc ji xwe re û piştî xwe hinek dûr kir çima ji bo berdana zêdetir guleyan vegeriya? Çima nayê eşkerekirin ku bi êrîşkar re kî hatiye destgîrkirin?“

Piştî daxuyaniyan, girse vexwendê meşa 6’ê Çileyê hat kirin.

BREST

Li bajare Brest ê Fransayê, rêxistinên civaka sivîl û yên çepgir û Kurdistaniyên li Brestê û Îranî, ji bo protestokirina Qetlîama Parîsê, êvarê li qada Place de la Liberté hatin ba hev. Girse, heta bi qada Rûe de Sîamê, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “A bas régîme fascîste en Tûrqûîe“ meşiya û ji bo bibîranîna Şehîdên Parîsê bi deqeyekê rêz girt.

Li qada mîtîngê, wêneyên Sakîne Cansiz a damezirînereke PKK’ê, Nûnera KNK’e ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez û Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (M. Şirin Aydin) û Abdûrrahman Kizil bi “dara empatiyê“ ve hatin kirin, find hatin vêxistin. Danezana bi hevparî ya rêxistinên civaka sivîl û çepgir ku çalakiya protestoyî organîze kir li kesan hatin belavkirin.

Di axavtinan de işaret pê hat kirin ku gava wê civînek ji bo amadekariya têkildarê qetlîama 9’ê Çileyê 2013’an li Navenda Çandê ya Kurd bê kirin, êrîş pêk hatiye û wiha hat gotin: “Armanca esas a li vir kirina qetlîameke mezin e. Kujer bi zanebûn hatiye hilbijartin. Em kujeran baş nas dikin. Em ji qetlîamên ku faşîzma Tirk kirine kujeran nas dikin. Ji rojnamevanen qetil kirine, ji siyasetmedarên Kurd ku hatine qetilkirin, ji yên li Roboskiyê hatin qetilkirin, ji bo dagirkirina Rojava û cardin bêhna çeteyên DAÎŞ’e derbixe ji bombeya ku li Taksîmê danîye em dizanin. Heta ku hikûmeta Fransayê qetlîamên Parîse yên salên 2013 û 2022’yan ronî neke Fransa jî wê wek şirîkê sûcê dewleta Tirk bimîne.“

Yên axivîn, dan xuyakirin ku ew ê heta qetlîamên li Parîsê neyên ronîkirin ew e li qadan bin û banga tevlêbûyîna meşa navendî kir ku wê 7’ê Çileyê 2023’yan li Parîsê bê kirin.

GRAZ

Kurdistanî ji bi rengê xwe tev li mîtîngê bûn ku her roja Pêncşemê ya dawiya mehê femînîst li bajarê Graz ê Awûstûryayê li dar dixin. Di mîtînga li Griesplatzê hat lidarxistin de, Kurdistaniyan, ji bo kişandina balê bi ser qetilkirina Kurdan li Parîsê, danezan xwendin û belav kirin.