Kujerê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
Kujerê komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê William M. xistin hucreyê.
Kujerê komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê William M. xistin hucreyê.
Li gorî nûçeya Franceinfo, ku agahiyên xwe ji çavkaniyên nêzî dosyayê werdigire, kiryarê êrîşa Parîsê William M. xistin hucreyê.
Li hemberî William M. ji ber sûcên "Kuştina ji ber nijad, etnîk, netewe yan jî olî", "Hewldana kuştinê ya ji ber nijad, etnîk, netewe yan jî olî", "Bidestxistina çekên ji asta B bi rengekî bêdestûr" û "Hilgirtina çeka di asta B a qedexekirî de" doz hate vekirin.
Kiryarê komkujiyê yê 69 salî di 23'ê Kanûnê de êrîş biribû ser Navenda Çanda Kurd û du kargehên Kurdan ên li heman kolanê û 3 aktîvîstên Kurd qetil kiribû.
Kurd, gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dixwazin ku êrîş weke "êrîşeke terorîst" bê pênasekirin û lêpirsîn jî ji aliyê dozgeriya neteweyî ya antî terorê ve bê meşandin.