Krîmînalîzasyon li pêşiya aştiyê asteng e!
Têkildarî qedexeya PKK’ê ya dikeve sala 32’yan û wê di pêvajoya nû de bi roleke çawa rabe, bi rêxistinên maf û siyasetmedarên li Elmanyayê re hevpeyvîn hate kirin.
Têkildarî qedexeya PKK’ê ya dikeve sala 32’yan û wê di pêvajoya nû de bi roleke çawa rabe, bi rêxistinên maf û siyasetmedarên li Elmanyayê re hevpeyvîn hate kirin.
Li Elmanyayê derdora milyonek û nîv Kurdistanî dijîn. Her çendî ku hatina wan girêdayî sedemên aborî û siyasî jî be, sedema esas polîtîkayên înkar, zext û cihêkar e. Lewma Kurd li welatên ku hatinê xwe rêxistin dikin û hewl didin polîtîkayên nerênî yên welatên ku jê hatine, vebêjin. Bi taybetî di destpêka salên 1990’î de çalakiyên ku li Ewropayê kirine, bala raya giştî kişand. Di salên ku şerê şar bi dawî bû lê refleksên wê li siyasetê bi bandor bûn de, Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê xebatên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li welêt qedexe kir. Tevî ku 32 sal li ser vê biryara 26’ê Mijdara 1993’yan derbas bûn, hîna fêrbûn yan jî tercîhên zihniyeta berê dewam dike. Di vê biryara Elmanyayê de; Dadgeha Eyaleta Bilind a Dusseldorfê 27’ê Cotmeha 1998’an doza ku li raya giştî weke “Doza Dusseldorf” tê zanîn, vekir. Ev doz û bandora polîtîkayên şerê sar ên wê demê, nayê înkarkirin. Elmanyayê doz li 19 rêveberên PKK’ê û endamê wê vekiribû. Ev di aliyê “pirsgirêka Kurd” yan jî “siyaseta Kurd” a li Elmanyayê de, xaleke werçerxê ye. Di dozê de ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Dûran Kalkan hatin girtin û hatin darizandin. Her çendî ku doz di aliyê hiqûqî û siyasetê de têkçûyî jî be, têkoşîna azadiyê ya Kurdan a ku PKK’ê bandor lê kirî, ji bin çavdêriya siyaseta Elmanyayê derneket.
Gelek derdorên siyasî diyar dikin ku di biryara Elmanyayê ya “qedexeya PKK’ê” de bandora têkiliyên wê yên “dîrokî û stratejîk” ên bi Tirkiyeyê re heye. PKK’ê jî di daxuyaniyên xwe yên berê de bal kişandibû ser vê yekê. 26’ê Mijdara 2025’an ku salvegera qedexeyê ye, PKK a qedexe êdî bi fiîlî nîne. 5-7’ê Gulanê bi kongreya xwe ya 12’an û dawî re xwe fesix kir. Lewma niha pirsa herî sereke ev e; gelo Elmanya di pirsgirêka Kurd de aştî û çareseriyê dixwaze? Eger dixwaze ji bo “tevkariya çêker” wê zihniyetê biguhere?
Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Devrîş Çîmen li Elmanyayê ji hiqûqnas, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan, nêzîkatiya Elmanyayê ya ji bo pêvajoyê û qedexeya PKK’ê pirsî.
QEDEXE DIVÊ WERE RAKIRIN
Komîteya Mafên Esas û Demokrasiyê (Komitee für Grundrechte und Demokratie e.V.): “Weke Komîte em ji Mijdara 1993’yan ve ku qedexeya PKK’ê ketibû meriyetê, ji bo rakirina qedexeya dixebitin û em daxwaz dikin ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ya YE’yê were derxistin. Ev qedexe ne li gorî mafên Zagona Bingehîn a Elman e û bi mafên siyasî, civakî û çandî re nakok e. Sûcdariyên bi qedexeyê re û lêpirsînên li ser vê esasê hatine destpêkirin, bi zexta li dijî aktîvîstên siyasî, kontrola tund a komeleyên Kurdan û tunekirina weşangeriya medyayê re encam dibe. Qedexe li Elmanyayê bi eşkere azadiya kombûn, avakirina komeleyê, xweîfadekirin û mafê medyayê binpê dike. Aktîvîstên Kurd di bin gefa zilma zêde û tundiyê de dersînorî Tirkiyeyê tên kirin.
Bi vî rengî Adara 2025’an li Kiel û Lubeck’ê bi ser avahiyên komeleyan, avahiyên taybet û wesayîtan de hate girtin. 20’ê Gulana 2025’an siyasetmedar Yuksel Koç li gorî maddeya 129b a Qanûna Cezayê li Bremenê hate girtin. Li Hambûrgê niha bi heman sûcdariyê li dijî du aktîvîstên Kurd dozek didome, li Stuttgartê jî li dijî Ramazan Yildirim jî dozeke heman didome. Li Berlînê jî 17’ê Mijdara 2025’an aktîvîstê Kurd Mehmet Karaca bi sûcdariya endamtiya PKK’ê hate girtin. Civaka Kurd a li Elmanyayê hîn jî ji mafên xwe yên demokratîk a esas bêpar tê hiştin. Encamên vê yên civakî tên hîskirin: Polîtîkaya heyî, Kurdan û her kesê ji bo wan têdikoşe krîmînalîze dike. Mafên wan nas nake. Û li Elmanyayê wekheviya hiqûqî û siyasî ji bo Kurdan asteng dike.
Divê êdî şopandina aktîvîstên tevgera Kurd û muameleya sûcdariyê ya li wan tê kirin, bi dawî bibe. Divê demildest qedexeya PKK’ê were rakirin û Elmanya ji bo ku têkildarî pêvajoya aştiyê zorî li Tirkiyeyê bike, hewldaneke cidî raber bike. Divê sewqiyeta çekan a Elmanyayê ya ji bo Tirkiyeyê demildest were sekinandin û hevkariya bi rejîma dîktator Erdogan re were bidawîkirin.”
Endamê Desteya Rêveberiya MAF-DAD’ê Mahmut Şakar jî diyar kir ku qedexeya li ser PKK’ê dewama êrîşên ku ji 1986’an ve li dijî têkoşîna azadiya Kurd destpê kirine ye û destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava û eleqeya navneteweyî ya berxwedana li dijî DAÎŞ’ê re di ‘Stratejiya Qedexeyê’ de şkestin çêbû. Şakar got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî wê di vê stratejiyê de şkestina duyemîn yan jî ya dawî çêbike.”
BALA XWE BIDIN YÊN KU NÎJADPERESTIYÊ BELAV DIKIN
Serokê Navenda Agahiyên derbarê Nîjadperestiya li dijî Kurdan (Informationsstelle Antikurdischer Rassismus – IAKR) Civan Akbulut diyar kir ku Elmanya divê li hemberî nîjadperestiya li dijî Kurdan, têbikoşe û got, “Li şûna ku ji bo cezakirina fealiyetên rewa yên Kurdan hiqûqa ceza û komeleyan bikeve dewrê, divê mirov bala xwe bide yên ku nîjadperestiya li dijî Kurdan belav dikin.”
QEDEXE ÊDÎ JI DERVEY SERDEMÊ YE
Ji Hevserokatiya Partiya Çep Jan van Aken destnîşan kir ku li Elmanyayê krîmînalîzekirina tevgera Kurd hem li Tirkiyeyê hem jî li Elmanyayê li pêşiya aştiyê asteng e û got, “Qedexeya li ser PKK’ê êdî ji dervey serdemê ye û divê were rakirin. PKK’ê xwe bi fermî fesix kiriye û dawî li têkoşîna çekdarî aniye, êdî tam demê nirxandineke siyasî ye. Li Tirkiyeyê hewldanên aştiyê destpê kirine, lê belê Hikûmeta Federal a Elmanyayê li ser xeta zextkar israr dike. Ev nêzîkatî zirarê dide pêvajoya aştiyê. Mirov dikare vê pirsê ji Hikûmeta Fedeal bike: Gelo hûn li kîjan alî ne? Li aliyê zextê, yan li aliyê diyalog û edaletê? Hikûmeta Federal divê weke aktorekî aştiyê yê çêker bikeve dewrê û weke gava ewilî demildest qedexeya li ser fealiyetên PKK’ê rake.”
BILA LI TIRKIYEYÊ PIŞTGIRÎ BÊ DAYÎNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ
Ji endamtiya Desteya Rêveberiya Fona Alîkariya Hiqûqê ya Azadî Dr. Elmar Millich diyar kir ku li ser esasê qedexeya li ser PKK’ê, zêdeyî 30 salan bi deh hezaran dozên cezayê hatin vekirin, mafên esas ên Kurdên li Elmanyayê dijîn hatin betalkirin, xwepêşandan û mîtîng hatin qedexekirin. Dr. Elmar Millich got, “Hikûmeta Federal a Elmanyayê daxuyand ku ew pêvajoya aştiyê ya piştî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, bi kêfxweşî pêşwazî dikin, lê tevî vê daxuyaniyê jî di pratîka wê de zêde guhertinek nîne. Niha ji ber fealiyetên siyasî 9 aktîvîstên Kurd li girtîgehên Elman tên ragirtin û sê doz li dadgehên Elmanyayê tên dîtin.
Li şûna zextan, Hikûmeta Federal divê ji bo Tevgera Kurd gavên erênî bavêje û qedexeya li ser PKK’Ê rabike û ji bo ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekîtya Ewropayê bê derxistin, gavan bavêje. Bi vî rengî wê piştgirî bê dayîna aştî û demokrasiyê.”