Kongreya sêyemîn a TCŞ'ê bi dawî bû
Ciwanên endamên TCŞ'ê rêbaza çalakiyan a sala nû ya têkoşînê nirxandin û ji bo dema nû biryar wergirtin. Ciwanan diyar kirin ku wê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.
Ciwanên endamên TCŞ'ê rêbaza çalakiyan a sala nû ya têkoşînê nirxandin û ji bo dema nû biryar wergirtin. Ciwanan diyar kirin ku wê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Parîsê di kongreyê de li hev kom bûn û diyar kirin ku wê pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi ser bixînin.
Di kongreyê de nirxandina pêvajoya siyasî hate kirin, di heman demê de çalakiyên endamên TCŞ'ê yên 2 salan ên li Ewropayê hatin nirxandin. Her wiha plansaziya dema nû hate kirin.
'EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MISOGER BIKIN'
Ciwanên şoreşger bi biryarên wergirtî re destnîşan kirin ku çalakiyên wan hemû wê li ser bingeha misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be û diyar kirin ku wê têkoşînê hîn xurt bikin û bi rêxistin bikin.
Ciwanan her wiha diyar kirin ku li hemberî rêbaza şerê taybet a dewleta Tirk a faşîst ku ciwanan neçarî koçberiyê dike, wê karekî rêxistinî bimeşînin.
Ciwanan di nîqaşên xwe de mijarên çandê, civakê bi berfirehî nirxandin û biryar dan ku rêxistiniya xwe ya li Ewropayê bigihînin hemû ciwanan.
Di kongreyê de piştî nîşandana sînevîzyonê peyamên bi dîmen ên Komalên Ciwan, ciwanên ji Brezîlya, Şengal û Rojava hatin nîşandan.
Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jî bi dîmen peyamek ji kongreya ciwanan re şand.
Mazlûm Ebdî bi taybetî bal kişand ser şoreşa Rojava ku bi ciwanên rêxistinbûyî hate afirandin û rol û mîsyona ciwanan nirxand ku pêşengên avakirina civakî ne. Mazlûm Ebdî diyar kir ku ciwanên li Ewropayê divê xwe bi rêxistin bikin û xwedî li hemû ciwanan derkevin.
Kongreya 3'yemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger diyarî Şehîd Dîdar Harûn û Şehîd Berxwedan Çiyager hate kirin.