Kongreya Avakirina Dersimê ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê bang kir

Kongreya Avakirina Dersimê ji bo 7'ê Çileyê bang li her kesî kir ku li dijî qetlîaman li Parîsê bin û got, “Hêrsa me mezin e. Ji bo hesabpirsînê werin em li Parîsê bicivin."

Di ser qetilkirina damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Rêxistina Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez de, ku li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsê hatin qetilkirin 10 sal derbas bûn ku. Ji ber ku berpirsyarên vê komkujiyê nehatin darizandin, di 23'ê Kanûnê de li Parîsê komkujiya duyemîn pêk hat. Di vê êrîşê de Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil şehîd bûn. Komkujiya ku di pêvajoya bîranîna yekemîn komkujiya Parîsê de pêk hat, hêrsa gelê Kurdistanê û dostên wan zêde kir. Ji bo meş û mîtînga 7'ê Çile roja Şemiyê li Parîsê bê lidarxistin banga tevlîbûnê ya saziyan dewam dike.

Kongreya Avakirina Dersimê ya li Elmanyayê daxuyaniyeke nivîskî da û li dijî qetlîamên li Parîsê di 7'ê Çile de banga meş û mîtîngan kir.

'HÊRSA ME BI QASÎ ÊŞA ME MEZIN E'

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, ji ber komkujiya yekem a Parîsê nehat ronîkirin, komkujiyên nû pêk anîn û hat gotin, "Hevrêyên me yên hêja Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin! Hêrsa me bi qasî êşa me mezin e.Ev komkujî li ber çavê cîhanê pêk hat. Lê her çiqas kiryarên rastî diyar bin jî heta îro hesab nehatine pirsîn û edalet pêk nehat. Rastî ji berjewendiyên navdewletî û bazariya qirêj re hatiye qurbankirin. Her komkujiya ku nayê ronîkirin, rê li ber komkujiyên nû vedike. Komkujiya 2’yemîn a li Parîsê vê rastiyê careke din nîşanî me da . Bi rojan beriya 10’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê, komkujiya 2’yemîn a Parîsê di 23'ê Kanûna 2022'an de pêk hat. Yek ji hedefên vê komkujiyê dîsa çalakvana jin Evîn Goyî bû. Di vê êrîşa hovane de hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil jî jiyana xwe ji dest dan."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Em Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di qetlîamên Parîsê de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî jî bang li jinan dikin ku, di 7'ê Çileyê de roja Şemiyê li Parîsê tevlî bernameya bîranînê ya navendî bibin û bibin dengê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Xalê Abdûrrahman! Ji bo hesab ji kujeran û hevkarên wan bê pirsîn em ê li Parîsê bin."