KONGRA-GEL ji bo meşa Dusseldorfê banga tevlîbûna xurt kir
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, ji bo mîtîng û meşa navendî ya Dusseldorfê ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Nîsanê bê lidarxistin, banga tevlîbûna xurt kir.
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, ji bo mîtîng û meşa navendî ya Dusseldorfê ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Nîsanê bê lidarxistin, banga tevlîbûna xurt kir.
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir tevlîbûna xurt a meşa Duseldofê pir girîng e û got, “Hemû kes divê bi malbat û derdorê xwe re tevlî meşê bibin.”
Daxuyanî wiha ye: “Sala 2023’an, 100 saliya Lozanê ye ku bingeha înkar û îmhaya li ser gelê Kurd e. Sala 2023’an, salvegera 50’emîn Têkoşîna Azadiyê ya Rêber Apo ye ku li hemberî qirkirina gelê Kurd daye despêkirin û salvegera 25’emîn dîlgirtina Rêber Apo ya li Îmraliye.
Sala 2023’an, sala têkoşîna azadî û demokrasî ya hemû hêzên demokrasiyê, gelê me û bi taybet Rêber Apo û gerîlayan e ku li hemberî pergala mêtînger û qirker gihiştiye lûtkeyê. Gelê me di pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê de ev peyam dan.
Ji ber vê yekê dibêjin, sala 2023’an wê bibe sala têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em ê sala 2023’an bi gelê xwe, dostên xwe, hemû hêzên demokrasiyê û bi taybet jin û ciwanan re bi azadiyê tacîdar bikin.
Ji ber vê yekê mîtîng û meşa navendî ya li Dusseldorfê ku wê 15’ê Nîsanê bê lidarxistin, pir girîng e. Divê ruhê seferberiyê ku gelê me di karesata erdhejê de raber kir, pîrozbahiyên Newrozê ku bi 50 saliya têkoşîna Rêber Apo re derket asta herî jor, bi meşa Dusseldorfê ya ji bo azadiya Rêber Apo bigihije asta herî bilind.
Em gel û dostên xwe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi tevlîbûna xwe ya xurt vê peyamê bidin hêzên komploger; ji tecrîd, înkar û îmhayê re bêjin êdî bes e ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd tê meşandin. Bi hev re ji bo demokrasî, azadî û aştiye dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” mezin bikin.
Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin; bandora meşa Dusseldorfê ku di vê pêvajoya dîrokî de tê lidarxistin, ji bo sibêroja azad û demokratîk a gelên me pir girîng e. Ji ber vê yekê divê hemû kes bi malbat û derdorê xwe re bi awayekî xurt tevlî meşê bibin.”