Konferansa Kurd a li PE'yê: Lozan bû felaketek

Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a Konferansa Kurd de ya li Parlamenta Ewropayê (PE) tê lidarxistin, Peymana Lozanê û encamên wê hatin nirxandin.

Rûniştinên roja duyemîn ê konferansê saet di 09:00 de destpê kirin. Di rûniştinên destpêkê yên 6'ê Kanûnê de li konferansê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst hate kirin.

KÎESER: LOZAN BÛ FELAKETEK

Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn de Peymana Lozanê û encamên wê hatin nirxandin. Ji Zanîngeha Leîpzîgê Nîl Mûtlûer moderatorî ji rûniştinê re kir û ji Zanîngeha Zurîchê Hans-Lûkas Kîeser bi sernvaê "Peymana Lozanê: Dîrok û Dewamiya Siyasî" pêşkêşiyek kir.

Kîeser ku dema encamên Peymana Lozanê nirxand gotina 'felaketek e' bi k ar anî û anî ziman ku mafên civakên xwecihî di vê demê de hatin avêtin.

Kîeser anî ziman ku Naziyan sûd ji kiryarên dewleta Tirk wergirtin û destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên heyî de Peymana Lozanê heye. Kîeser bi nîşandana nexşeyekê bal kişand ser polîtîkayên guhertina demografiya li Kurdistan û Tirkiyeyê û ragihand ku Kurd bi vê peymanê re bêyî bibin xwedî mafê hindikahiyan bûn hindekahî. Kîeser got, "Bi rêya Peymana Lozanê projeya Anatoliyê ya pirrengî hate avêtin; profîleke Tirkiyeyê ya unîter, navendîperest û neteweperest hate afirandin." Kîeser got, "Naziyan ev yek baş fêhm kirin" û sûd ji encamên Lozanê wergirtin.

YASÎN SÛNCA: MESELEYA KURD MESELEYEKE NAVNETEWEYÎ YE

Ji Zanîngeha Bîelefeldê Jan Yasîn Sûnca jî diyar kir ku meseleya Kurd di heman demê de 'meseleyeke bê aştiyê' ya li herêmê ye û destnîşan kir ku di bingeha vê pirsgirêkê de 'mêtingerî' heye.

Yasîn Sûnca got, "Meseleya Kurd di heman demê de meseleyeke navneteweyî ye" destnîşan kir ku di dîrokê de timî neheqî li Kurdan hatiye kirin. Sûnca got, "Eger berxwedana we jî tê cezakirin, hingî her kêlî neheqî ye" û bal kişand ser xistina navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorê. Sûnca got, "Kurd li hemberî cîhana rojava şer nakin, ji bo azadiya xwe têdikoşin."

DÎCLE: DI KODÊN DEWLETA TIRK DE NEÇARESERÎ HEYE

Pêşkêşiya dawî ya panela destpêkê ji aliyê rojnamevan Amed Dîcle ve bi sernavê "Ewropa û Pirsgirêka Kurd: Berpirsyariya Dîrokî û Bendewarî" hate kirin. Amed Dîcle bi Kurdî pêşkêşiya xwe kir û bal kişand ser sedsaleke bi înkar û îmhakirina Kurdan derbas bû.

Amed Dîcle got, "Kurdên ku îro nifûsa xwe zêdeyî 40 milyon mirovî ye, weke gelê herî mezin ê bêdewlet hebûna xwe dewam dike. Di encama têkoşîneke demdirêj de bûye aktorekî polîtîk."

Amed Dîcle got, "Di kodên dewleta Tirkiyeyê de çareserî nîne, bêçareserî heye."

Amed Dîcle işaret bi pozîsyona Kurdan a di şerê navxweyî yê Sûriyeyê û destketiyên Kurdan kir û got, "Peymana Rojava yanî Destûra Bingehîn a Rojava tştekî welê ye ku di dîroka Rojhilata Navîn de nehatiye dîtin. Ji bo gelan, ji bo demokrasiyê pêşnûmeyek ji vê baştir nîne."

Konferans dewam dike...