Roja 4’an a rêze konferansên bi dirûşmeya “Bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî Modernîteya Kapîtalîst rabûn”, “Li ber xwe bide, şûn de bistîne û ji nû ve ava bike” û “Perwerdeya Xweser bike û Xwe rêxistin bike” de, bi panelê dewam kir. Mijara panelê “Em cîhana xwe şûn de dixwazin-û aha ev çawaniya wê!” ev e.
Aktîvîstê di qada Dîroka Serdema Navîn a Gerdûnî ya Zanîngeha Edînbûrghê de, lêkolîner û erkdarê perwerdeyê Nîk Matheoû moderatortiya rûniştinê kir. Di rûniştinê de li ser “Berxwedan, şûn de serketin û ji bo avakirina ji nû ve em xwe rêxistin bikin” nîqaş hat kirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, keça Amparo û neviya Teresa û Elenayê Aymara, femînîst, perwerdekara populer, û endama rêxistina Abya Yala ya Femînîsmo Comûnîtarîo Antîpatrîarcal û Femînîstas Adrîana Gûzman Arroyo, aktîvîsta mafên mirovan û endama Kongreya Xwecihî ya Neteweyî ya Meksîkayê (CNI) Marîa de Jesus Patrîcîo Martînez (Marîchûy), ji tevgerên li Emerîkayê aktîvîst Hekîm Manûel Rozantal tevlî panelê bûn.
Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay di panelê de axivî û diyar kir ku civak hingê ku xwe rêxistin dike, bi hêz dibe û got: “Ti zext û qedexe wê nekaribe têkoşîna azadiyê asten bike. Desthilatdar bi sedsalan e dixwazin civakên xwe rêxistinkirî tune bikin. Abdullah Ocalan weke alternatîf modernîteya demokratîk li şûna modernîteya kapîtalîst pêşniyar dike. Kevneşopiya berxwedanê, bi têkoşîna civakên ku li dijî dewletên netewe xwe bi rêxistin kirine, didome.”
HDP’Ê BINGEHÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR AFIRAND
Gunay ragihand ku HDP’ê bingehê têkoşîna hevpar afirand û lewma dewlet her cûre êrîşan li ser pêk tîne û wiha got: “Me di erdheja dawî de dît ku civakê xwe çawa bi rêve bir. Dewletê jî ji bo astengkirina piştevaniya civakî, her tişta ku ji destê hat pêk anî. Ji bo me yekane rê, berxwedan û xwe rêxistinkirin e.”
PERGALA KAPÎTALÎST HERÎ ZÊDE ZIRARÊ DIDE JINAN
Panelîst Adrîna Guzman Arroya jî diyar kir ku pergala kapîtalîst herî zêde zirarê dide jinan û got: “Bersiva herî mezin ku em bidin vê pergala baviksalarî, berxwedan e. Divê em ji bo şoreşê tiştên nû biafirînin. Divê ji beriya her tiştê nêzîkatiya zayendperest ji holê rakin. Êdî dem hatiye ku em jin mafê axaftinê bigrin. “
TEVGERA AZADIYA JINÊN KURDISTANÊ ÎLHAMÊ DIDE JINÊN MEKSÎKAYÊ
María de Jesús Patricio Martínez (Marichuy) jî anî ziman ku ew weke nûnerên gelên Meksîkayê li vir in û kêfxweş in û wiha got: “Axa me bi sedsalan ji aliyê hêzên kapîtalîst ve tê talankirin. Em gelên xwecihî, mafê me yê xweseriyê heye û em bi hevalên xwe yên parêzer re ji bo vê têdikoşin. Li Meksîkayê şîdet û kuştina jinan di astekî jor de ye. Em jî li ber xwe didin. Têkoşîna hevreyên me yên tevgera azadiya jinên Kurdistanê îlhamê dide me.”
Piştre panelîst Manuel Rozental jî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê ya di navbera gelan de û got: “Hêviya me ya jiyanê berxwedan e. Gelê Kurd û gelên din jî vê yekê esas digre. Em gelên bindest li vir in û em naçin tu derê. Em ê her tiştê ku pergala kapîtalîst ji me standiye dîsa bi dest bixin.”