2. Konferansa Demokrasî û Azadiyê didome

2. Konferansa Demokrasî û Azadiyê ku duh li Berlînê dest pê kir, di roja duyemîn de bi mijara "Muxalefeta Civakî" dest pê kir.

2. Konferansa Demokrasî û Azadiyê ku duh li Berlînê dest pê kir, di roja duyemîn de bi mijara "Muxalefeta Civakî" dest pê kir. Di rûniştina îro de nûnerên 17 komele, platform û însiyatîfên ku têkoşîna maf û edaletê didomînin mafê axaftinê girtin. 
Rûniştin ji aliyê Dr. Nîl Mutluer ve hate rêvebirin. Mutluer da zanîn ku nûnerên vê panelê pir dewlemende û muxalefeta civakê temsîl dike û weke “Berxwedêrên Biyaniyên Hundir“ têne bi nav kirin.
Axaftina yekemîn ji aliyê Dayika Aştiyê Nafiye Yîgît ve hate kirin. Yîgît diyar kir ku dayikên Kurd bi salan e ji bo aştiyê têdikoşîn û wiha axivî: “Dayikan cenazeyê zarokên xwe di sarinca de veşartin. Cenazeyê zarokên me bi rêya postayê tên şandin. Dayikên dilşewat bang li parêzvanên mafên mirovan ên li Ewropayê dikin ku piştgiriyê bidin aştiyê.“
Bavê Berkîn Elvan, ji Însiyatîfa Malbatên Geziyê Samî Elvan diyar kir ku ne gengaze desthilatdariya siyasî ya heyî aştî, aramî û dadê pêk bîne û ji ber vê yekê divê tifaqên heyî yên demokratîk bên xurtkirin.
Ji Înîsiyatîfa Çiyayên Qazê Onur Kît jî diyar kir ku divê cîhanek bê rêber bê avakirin û li hemû cîhanê her kesê bi heman oksîjenê bêhna xwe bide bi mafên wekhev, rêza maf, hiqûq û dadê bijî. Kît got ku divê em dest ji hilbijartina rêberan berdin.
Mehmet Ozkan ê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de di Komkujiya Pirsûsê de kurê xwe Hogir Ûgûr Ozkan winda kir, li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê konferans silav kir.  Ozkan, bal kişand li ser xurtkirina tifaqa demokrasiyê.
Nobeda dadê ya ku ji aliyê Malbata Şenyaşar ve ku di êrîşa 14'ê Hezîrana 2018'an de piştî ku Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ket dikana Malbata Şenyaşar de 2 zarok û hevjînê wê hatin qetilkirin, dabû destpêkirin, zêdetirî saleke berdewam dike.  Emîne Şenyaşar ku kurekî wê hîn di girtîgehê de ye, dadê dixwaze.
Li ser navê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Ûgûr Karataş bi gotina, “Dîroka Tirkiyeyê dîroka girtîgehê ye“ dest bi axaftina xwe kir û got: “Li girtîgehan nêzî 1600 girtî di girtîgehê de tên darizandin û ji wan 600 nexweşên giranin. Li dijî zilm û zextan berxwedana cemawerî.“
Serokê civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Turhallî jî axivî û wiha got: “Li dewsa ku em êşan bixin pêşbazê divê em li rêya çareseriyê bigerin.“
Li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên 10’ê Cotemehê Erdogan Tedîk jî axivî û ev tişt got:“Divê kesên destê wan di komkujiyê de heye werin darizandin.“
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Ganî Kaplan jî diyar kir ku helwesta siyasî ya Elewiyan ne homojen e û diyar kir ku ji bo rêjeya dengên Elewiyan ên partiyên rastgir kêm bikin dixebitin. Kaplan, di berdewamiya axaftina xwe de got ku pirsgirêka civaka Elewî bi kesên ji mezhebên din re nîne û eger kêmnetewên li Tirkiyeyê dijîn bibin yek wê bikarin pirsgirêkên heyî ji holê rakin.
Li ser navê Malbatên Roboskî Ferhat Encu jî axivî û diyar kir ku komkujiya Roboskî ne tenê berhema hişmendiya desthilatdariya heyî ye û got:“ Ev encama dijminatiya Kurdan a bi salane ku tê meşandin e.“
Siyasetmedarê Êzidî Alî Atalan jî axivî û wiha got:“Baweriya Êzidiyan tU bandorê li hikûmetê nake û hemû hewldanên li ser vê yekê vala derketine. Hişmendiya îttîhat û terakkî ya ji aliyê partiyên mûxalefetê ve hatiye kirin, xizmeta vê yekê dike. Pêdiviya Tirkiyeyê bi şoreşeke hişmendiyê heye.“
Yek ji beşdarên konferansê Akademîsyen Can Candan diyar kir ku ew bi daxwaza azadî û demokrasiyê re hatin cem hev û parvekirina fikran gelekî bi qîmet e. 
‘EM TÊNE ÎNKARKIRIN‘
Li ser navê Yekîtiya Suryaniyên Ewropa (ESU) Şlemûn Elber Rhawî axivî û got:“Destûra Bingehîn a nû li ser esasê temsîliyeta wekhev û parastina hemû pêkhateyan ji bo pergaleke demokratîk girîng e. Em dixwazin Asûrî weke gelên xwecihî û kevnar bên naskirin. Suryanî ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî nayê qebûlkirin, em bi awayekî vekirî tên înkarkirin.” 
Nûnerê Federasyona Komeleyên Elewiyên Demokratîk û FEDA'ê Mehmet Bayrak, bal kişand li ser cudakariya ku bi salan e li ser Elewiyan tê kirin û got:“Erdogan îro li ser desthilatdariyê ye, di dema ku şaredar bû xwedî heman helwestê bû.  Têgihiştina Elewiyan a ji aliyê hikûmetê ve tê nîşandan bi tevahî şaş e. Daxwazên Elewiyan û dewleta Tirkiyeyê ji hev cuda ne.“