'Konferansa Demokrasî û Azadiyê' didome

Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya li Berlînê paytexta Elmanyayê di roja duyan de bi mijara 'Muxalefeta Civakî' didome.

Rûniştina 2'an bi tevlêbûna 17 komele û insîyatîven ku têkoşîna heq û dadê didin, bi moderatoriya Dr. Nîr Mutluer a akademîsyen dest pê kir.

Li konferansê li ser navê Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît axivî, diyar kir dayikên Kurd bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û li gel vê jî ew bêgav dimînin ku cenazeyên zarokên xwe sarincokê de veşêrin.

Yîgît got, ''Cenazeyên zarokên me bi kargoyê ji me re şandin'' û bang li parêzerên mafê mirovan dkir ku destekê bidin aştiyê.

Bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan diyar kir desthilata berdest nikare aştî, aramî û dadê bîne û ji ber vê jî divê tifaqên heyî were geşkirin.

Ferît Şenyaşar ku li gel diya xwe Nobeta Dadê didomîne, bal kişande ser ku di komkujiya Nexweşxanê ya Dewletê ya Pirsûsê de kesek jî nehatiye girtin û got, ''Li dijî vê nehiqûqiyê ez û diya xwe me dest bi berxwedanê kir.''

Mehmet Ozkan, bavê Hogir Ugur ku kurê wî di komkujiya Pirsûsê de şehîd bûyî, got, divê tifaqa demokrasiyê were geşkirin.

Li ser navê Insîyatîva Dayikên Şemiyê Masîd Ocak jî Nobeta malbata Şenyaşar bi bîr xist, got 9'ê Adarê Nobeta Dadê ya Şenyaşaran dikeve sala 2'an û bang kir ku her kes tevlî çalakiya 9'ê Adarê ya li ber avahiya edliyê ya Rihayê bibe.

Ji Insîyatîva Piştevaniya Girtiyan Ugur Karataş bal kişande ser girtiyên nexweş û got, ji hezar û şeş sed gitiyên nexweş rewşa 600'î jê giran e . Karataş diyar kir problema girtîgehên Tirkiyeyê bi berxwedana derve û biryardariya malbatên girtiyan dikare çareser bibe.

Li ser navê Federasyona Komeleyên Elewî yên Demokratîk Mehmet Bayrak jî got ew ê heta dawiyê li dijî cihêkariya li ser Elewiyan têbikoşin. 
Li ser navê CÎK'ê, Serokê Giştî yê CÎK'ê Ahmet Turhallî axivî, bal kişande ser tundiya li ser Kurdistanê û got ,''Problem ne ji Îslamê ye, ji desthilatê ye.''