Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistanê yên li Elmanyayê (KON-MED) têkildarî serdegirtina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew vê êrîşa polîsan qebûl nakin, serdegirtina saziyên Kurd û destgîrkirina siyasetmedarên Kurd şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê têkoşîna xwe ya mafdar li her qadê, li dijî van êrîşan bênavber bidomînin. Em ê deşîfrekirina polîtîkayên şerê qirêj ên dewleta Elman a bi dewleta Tirk a faşîst re bidomînin."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Polîsên Elman danê sibehê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (Mala Gel a Medyayê) û malên Kurdistaniyên welatparêz ên Nurnbergê û êrîşî hemû nirxên demokratîk kirin. Di van serdegirtinan de hevserokê berê yê KON-MED'ê, ku rêxistina sîwanê ya saziyên Kurd ên li Elmanyayê ye hevalê me Tahîr Koçer hate destgîrkirin. Em dubare dikin ku em ti carî van serdegirtin û destgîrkirinan qebûl nekin û bi tundî şermezar dikin.
Bi van êrîşan dewleta Elman gelê Kurd krîmînalîze dike. Em nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li hemberî Navenda Civaka Kurd a ku vîna bi mîlyonan Kurdên li Elmanyayê dijîn qebûl nakin. Ev krîmînelîkirina li ser gelê Kurd divê ji aliyê raya giştî ya Elmanya ya demokratîk ve neyê qebûlkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û a faşîst li dijî şaredar, wekîl û siyasetmedarên HDP’ê her wiha li ser gelê Kurd , bênavber dewam dikin. Nayê qebûlkirin ku heman helwest ji aliyê hikûmeta Elman ve li dijî gelê Kurd were kirin. Ziyanek mezin dide demokrasiya Elmanyayê. Ti zext wê nikaribe têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bide rawestandin.
Weke her carê em banga xwe ya ji bo hikumeta Elman dubare dikin. Dev ji van polîtîkayên li dijî gelê Kurd berdin. Bi dewleta Tirk a faşîst re dawî li têkiliyên xwe yên qirêj bînin. Li dijî nirxên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd derxistiye holê, bi dewleta Tirk a faşîst re nebin hevkar. Ev polîtîka wê ti encam nede, dîrok şahidê vê rastiyê ye.
Bi navê KON-MED'ê (Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê), hêvî dikin ku hikûmeta Elman hemû kesayetên siyasî bi taybetî jî hevalê Tahîr Koçer ku di van êrîşên dij demokratîk û der hiqûqî de hatin destgîrkirin, berde.
Li hemberî vê rewşa faşîst û antî demokrtîk em hemû raya giştî ya Elmanya ên demokratîk bi taybetî jî Kurdan vedixwînin navendên Civaka Kurd.
Werin em bi hev re li dijî van polîtîkayên krîmînalîzekirinê bisekinin!"