KON-MED: Em ê têkoşîna Apê Vahap bigihînin serketinê
KON-MED'ê Vahap Gogebakan bi bîr anî û got, "Em dê têkoşîna Apê Vahap bigihînin serkeftinê."
KON-MED'ê Vahap Gogebakan bi bîr anî û got, "Em dê têkoşîna Apê Vahap bigihînin serkeftinê."
KON-MED'ê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de Vahap Gogebakan hate bibîranîn.
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: "Apê Vahap, di sala 1969'an de ji gundê Gogebakana navçeya Akçadaga Meletiyê derbasî Elmanyayê dibe. Apê Vahap weke karker diçe Elmanyayê û sala 1989’an li Berlînê Komeleya Kurdan a çepgir nas dike û heya dawiya emrê xwe bi kedeke bêhempa di nava tekoşînê de cih digire. Apê Vahap piraniya wextê xwe li Navenda Kurdistaniyen Azad ên li Berlînê derbas dike. Apê Vahap tevî emrê xwe yê zêde tevlî hemû çalakî û organîzasyonan dibe û bi her awayî fedekariya xwe nîşan dide. Di vê pêvajoyê de gelek caran avêtin ser mala wî û tûşî gelek zextê ma. Dema ku newroza sala 1993’an a li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê tê qedexekirin, Apê Vahap jî di nava çalakiya protestokirinê de ya li zanîngehê cih digire. Dema polêsan êrîşê dibe ser kesên ku dixwestin newrozê pîroz bikin, ciwanan bedena xwe da ber agir xwestin bertekên xwe nîşan bidin. Li Elmanyayê her tim di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de cih girt.
Apê Vahap 3’yê Kanûna Pêşîn roja Yekşemê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li dû xwe, bîranînên xwe yên bi salan di nava têkoşînê de hişt. Em hemû gelekî bi wefata Apê Vahap xemgîn in. Bi taybetî ji malbata wî û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Me soza daye Apê Vahap ku em dê têkoşîna wî bigihînin serkeftinê."